Dusseldorf (Rûdaw) - Ciwanên Kurd ên li Almanyayê bi saya şiyanên xwe di nav artêşa Almanyayê de cihên girîng digirin.
Mihemed ciwanekî ji bajarê Dêrika Hemkoya Rojavayê Kurdistanê ye û yek ji wan efserên Kurd e ku di warê teknolojiya artêşa Almanyayê de dixebite.
Ew niha wekî mînakeke serkeftî ya Kurdên li diyasporayê tê nîşandan.
Mihemed sala 2016an wekî penaber çû Almanyayê û li ser destpêka jiyana xwe ya li wî welatî ji bernameya Diyasporayê re axivî û got:
“Dema ez hatim Almanyayê, min biryar da ku ez fêrî zimanê Almanî bibim.
Piştî sal û nîvekê min mafê penaberiyê wergirt û paşê xewna xwe ya ku bibim Endazyarê Teknolojiya Agahiyan (IT) anî cih.”
Mihemed sala 2019an dest bi xwendina zanîngehê kir û sala 2022yan xwendina xwe temam kir.
Mihemed sedema sereke ya tevlîbûna xwe ya artêşa Almanyayê bi daxwaza xizmetkirin û alîkariya Almanyayê ve girê dide û bi taybetî piştî ku wî alîkariyên artêşa Almanyayê yên ji bo Pêşmergeyan û xelkê Kurdistanê yên di dema şerê DAIŞê de dîtine, biryara xwe daye.
Mihemed anî zimên:
“Min dît ku artêşa Almanyayê çawa alîkariya xelkê me kir, loma min hîs kir ku ev wekî mirovekî çalak erkê li ser milê min e jî ku ez xizmetê ji civaka Almanyayê û mirovahiyê re bikim.”
Ceribandinên dijwar û serkeftin
Pêvajoya wergirtina di nav artêşa Almanyayê de ne hêsan e û pêdivî bi derbaskirina gelek ceribandinan heye.
Di nav wan de ceribandinên werzişî, zimanê Almanî, Îngilîzî, matematîk, agahiyên giştî û ceribandina derûnî hene.
Mihemed li ser vê mijarê da zanîn:
“Hinekî tirsa min hebû çimkî min nedizanî dê encam çi bibe lê malbata min piştgiriyeke mezin da min.
Dema min ceribandin derbas kirin, profesor û efseran bi germî ez pêşwazî kirim û wan ji min re got 'bi xêr hatî nav artêşa Almanyayê'.”
Bangî ciwanên Kurd kir
Ev ciwanê Kurd niha wekî efser di beşa ITyê ya li Fermangeha Federal a Teknolojiya Agahiyan û Birêvebirina Artêşa Almanyayê de dixebite.
Ev beş berpirsyar e ji dabînkirina pêdiviyên teknolojîk û leşkerî yên artêşê.
Mihemed bangî ciwanên Kurd ên li Almanyayê dijîn kir ku piştgiriyê bidin hev û di qadên cuda de xwe pêş bixin û got:
“Ez dixwazim ciwanên me li vî welatî destê hev bigirin û xwe bi pêş bixin çimkî li vir ji bo kesên ku dixwazin bixebitin û bigihêjin armancên xwe derfetên zêde hene.”


.jpg&w=3840&q=75)