Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Bremenê ya Almanyayê li ser pirseke parlamentoyê ya derbarê dersên Kurdî de daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, niha li 8 dibistanan 248 xwendekar dersa Kurdî dibînin û dê bi hevkariya Yekmalê ji bo mamosteyan bernameyeke nû ya perwerdeyê dest pê bike.
Parlamentoya Herêma Bremenê (Bremische Burgerschaft) li ser pêşniyara Fraksiyona Partiya Keskan (Bündnis 90/Die Grunen) derbarê rewş û paşeroja perwerdeya Kurdî de pirs ji Parlamentoya Bremenê kirin.
Parlamentoyê 7ê Tîrmeha 2026an bersiv da van pirsan û amara xwendekaran û planên xwe yên ji bo paşerojê eşkere kirin.
Li 8 dibistanan 248 xwendekar
Parlamentoya Bremenê ragihand ku niha li seranserê eyaletê li 8 dibistanan dersa zimanê zikmakî yê Kurdî tê dayîn.
Ev dibistan hemû li navenda bajarê Bremenê ne.
Li gorî amaran, niha 248 xwendekar beşdarî dersên Kurdî dibin.
Parlamentoyê da zanîn ku di 5 salên dawî de hejmara xwendekaran bi giştî wekî hev maye û qet kêm nebûye:
Sala xwendinê ya 2019-2020î: 238 xwendekar
Sala xwendinê ya 2021-2022yan: 237 xwendekar
Sala xwendinê ya 2022-2023yan: 239 xwendekar
Sala xwendinê ya 2023-2024an: 245 xwendekar
Sala xwendinê ya 2024-2025an: 246 xwendekar
Sala xwendinê ya 2025-2026an: 248 xwendekar
Hevkariya bi Yekmalê re û perwerdeya mamosteyan
Ji bo diyarkirina pêwîstiyan, hikûmet pişta xwe bi daxwazên dê û bavan girê dide.
Dema ku dê û bav daxwazê bikin, ew daxwaz li gorî kapasîteya mamosteyan tên nirxandin.
Di bersiva hikûmetê de hat diyarkirin ku niha 2 mamosteyên Kurdî hene.
Ev her du mamoste jî bi peymaneke demnediyar dixebitin û tenê dersa Kurdî didin.
Her wiha ji bo ku kalîte û hejmara mamosteyan zêde bibe, Wezareta Perwerdeyê ya Bremenê piştgiriyê dide projeyeke Yekmalê (Komeleya Malbatên ji Kurdistanê ya Almanyayê).
Bi hevkariya Akademiya Yekmalê, ji bo mamosteyên Kurdî yên dibistanên seretayî û navendî dê bernameyeke perwerdeyê bê lidarxistin.
Ev bername ji 6 modulan pêk tê û dê mamosteyan di warê zimanê zikmakî de perwerde bike.
Li gorî planê, dê ev perwerde Îlona 2026an li Enstîtuya Dibistanan a Bremenê (LIS) dest pê bike.
Her wiha Enstîtuya Zimanê Almanî ya wekî Zimanê Duyem û Biyanî ya Zanîngeha Duisburg-Essenê jî dê ji aliyê zanistî ve çavdêriya vê perwerdeyê bike.
Pirzimanî wekî dewlemendiyekê tê dîtin
Parlamentoya Bremenê eşkere kir ku ew girîngiyeke mezin didin dersên zimanê zikmakî.
Li gorî daxuyaniyê, hikûmet pirzimaniyê li eyaletê ne wekî astengiyekê lê wekî çavkaniyeke perwerdeyê dibîne û bi awayekî çalak teşwîq dike.
Hikûmetê pesnê mamosteyên Kurdî jî da û destnîşan kir ku mamosteyên Kurdî bi salan e tevkariyeke mezin li perwerde û wekheviya xwendekaran dikin.
Bi saya van dersan, zarok û ciwanên Kurd dikarin nasnameya xwe ya zimanî li dibistanê biparêzin û bi pêş bixin.
Armanc: Xurtkirina dersa Kurdî di pergala perwerdeyê de
Parlamentoyê li ser paşeroja perwerdeya Kurdî, ragihand ku armanca wan a demnavîn ew e ku dersên Kurdî di pergala perwerdeyê ya Bremenê de bi awayekî xurttir û mayînde cih bigirin.
Perwerdeya ku dê bi hevkariya Yekmalê ji bo mamosteyan dest pê bike, wekî yek ji gavên herî girîng ên vê stratejiyê tê dîtin.
Hikûmetê tekez kir ku başkirina şert û mercên mamosteyan û naskirina keda wan bingeha perwerdeyeke serkeftî ye.



