Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Brîtanyayê îro duşemê bi awayekî fermî ragihand ku ew dê Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê bixe lîsteya terorê.
Ev gav dê aloziyên dîplomatîk ên di navbera London û Tehranê de gurtir bike.
Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê ragihand, "Her cure piştgiriya ji bo Supaya Pasdaran tê qedexekirin."
Ev biryar piştî çendîn salên nakokî û duberî yên siyasî yên li navxweys Brîtanyayê hat.
Wateya vê biryarê qedexekirina fermî ya Supaya Pasdaran e.
Ji niha û pê ve her cure hevkariya ji bo Supaya Pasdaran dê wekî tawan were dîtin.
Rêxistinên din jî hatin qedexekirin
Brîtanyayê ji xeynî Supaya Pasdaran, biryar da ku "Tevgera Îslamî ya Hevalên Rast" (IMCR) jî qedexe bike ku girêdayî Supaya Qudsê ye.
Ew rêxistin bi pêkanîna çendîn êrişên li ser Cihûyên li nav axa Brîtanyayê tê tometbarkirin.
Her wiha "Birêvebiriya Îstixbarata Sereke" (GRU) ku şaxeke navneteweyî ya îstixbarata leşkerî ya Rûsyayê ye, xistin heman lîsteyê.
Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê di daxuyaniyekê de eşkere kir:
"Wezîrê Karên Navxwe piştî hûrbûna li ser hemû belgeyan, gihîşt wê encamê ku hincetên temam hene ku ev alî tevlî çalakiyên gefxwarinê yên hêzên derve bûne.
Ji ber vê yekê, ev pêngav ji bo parastina ewlehî û berjewendiyên Keyaniya Yekbûyî (UK) pêwîst bûn."
Gef û êrişên sîber
Hikûmeta Brîtanyayê eşkere kir ku biryara qedexekirina Supaya Pasdaran piştî tevlîbûna wan a di çendîn gefên li nav axa welatê wan de hatiye dayîn.
Pîlana sûîqesta du rojnamegerên kanala Îran Internationalê û pêkanîna çendîn êrişên sîber ên li ser saziyên Brîtanyayê beşek ji wan gefan in.
Vê gavê biryara hikûmeta berê ya Partiya Parêzgaran betal kir ku ew ne amade bûn Supaya Pasdaran qedexe bikin.
Tê pêşbînîkirin ku ev biryar pêwendiyên di navbera London û Tehranê de xerabtir bike.
Ev yek bi taybetî jî di dema şerê niha û aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de çêdibe.
Berê jî rayedarên Brîtanyayê hişyarî dabû ku dibe ev gav bibe sedema derxistina Balyozê Brîtanyayê yê li Tehranê.
Kê Supaya Pasdaran xistiye lîsteya terorê?
Brîtanya bû welatê herî nû ku vê gavê diavêje.
Heta niha çendîn welat û aliyan Supaya Pasdaran a Îranê xistiye lîsteya terorê ku hinek ji wan ev in:
Amerîka: Nîsana 2019an Supaya Pasdaran xist lîsteya rêxistinên terorîst ên biyanî.
Kanada: Hezîrana 2024an bi awayekî fermî Supaya Pasdaran wekî rêxistineke terorîst nas kir.
Behreyn û Siûdiye: Sala 2018an Supaya Pasdaran û fermandarê berê yê Supaya Qudsê xistin lîsteya terorê.
Îsraîl: Bi salan e Supaya Pasdaran wekî rêxistineke terorîst nas dike.
Niha bi vê gava Brîtanyayê re, zextên li ser Yekîtiya Ewropayê (YE) jî zêde dibin da ku heman biryarê bide.
Lê belê YEyê heta niha tenê ceza li ser çendîn fermandar û saziyên girêdayî wê hêzê sepandine.


.webp&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)