Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî festîvaleke kolanê ya li bajarê Torontoyê yê Kanadayê, di êrişeke bi çekan de 2 kes mirin û herî kêm 4 kes jî birîndar bûn.
Rayedaran diyar kir ku êrişa bi çekan li nêzîkî qada festîvalekê ya ku tê de çanda Amerîkaya Latîn dihat pîrozkirin pêk hatiye.
Li gorî agahiyên ku rayedaran dane, 2 kesan gule li hev reşandine û her du jî mirine.
Her wiha hat eşkerekirin ku di bûyerê de herî kêm 4 kes jî birîndar bûne.
Hêzên ewlehiyê ragihand ku li cihê bûyerê dest hatiye danîn ser 2 çekan.
Lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.


