Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Donald Trump bêhêvîbûna xwe ya ji bo gihîştina bi peymana nukleerê ya li gel Îranê nîşan da û demeke kurt da Tehranê.
Berpirsekî bilind ê Amerîkayê ragihand ku divê Tehran heta dawiya îro bi fermî vekirina Tengava Hurmizê ragihîne, eger na dê rûbirûyî encamên leşkerî yên tund bibe.
Rojnameya "Wall Street Journal"ê (WSJ) ji zarê berpirsên bilind ên Washingtonê ragihand ku yek ji armancên sereke yên Donald Trump sînordarkirina bernameya nukleerê ya Îranê ye lê wisa xuya dike ku ev armanc bi rêya dan û standinan pêk nayê.
Rexneyên giran ên Trump li dijî Tehranê
Serokê Amerîkayê Donald Trump çarşemê rexneyên tund li Tehranê girtibûn û gotibû, "Ew her roj agirbestê bin pê dikin, derewan dikin û xelkê dikujin."
Li gorî lihevkirina hezîrana borî, biryar hatibû dayîn ku Îran ewlehiya keştiyên bazirganî biparêze lê berpirsên Amerîkayê dibêjin ku êriş her didomin.
Berpirsên navborî di wê baweriyê de ne, eger Tehran nikare ji bo parastina rêyên deryayî pêbendî vê peymana hêsan be, "hêviyeke kêm heye ku ji bo peymana li ser mijara aloz a nukleerê lihevkirin çêbibe."
Cezayên nû li ser aboriya Îranê
Hevdem li gel van zextên siyasî, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê înê zincîreyek cezayên nû li ser karsazekî Îranî yê bi navê Elî Ensarî û şirketên wî sepandibûn.
Her wiha Washingtonê hemû ew hêsankariyan betal kirin ku rê didan Îranê petrola xwe bifiroşe û daxil û dahata wê bi dolaran vegerîne nav welatê xwe.
Aloziya li Tengava Hurmizê û metirsiya şer
Şerê di navbera Amerîka û Îranê de yê ku ji 28ê Sibata 2026an ve dest pê kiriye, bûye sedema daxistina Tengava Hurmizê.
Ev tengav rêya nêzîkî ji sedî 20ê petrol û gaza cîhanê ye.
Ji ber berdewamiya aloziyan, Donald Trump fermana çend êrişên tund ên asmanî da.
Bêhêvîbûna Washingtonê ya ji pêvajoya siyasî, metirsiya derketina şerekî giştî li herêmê derxistiye asta herî bilind.



