Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarekî Serokê Rûsyayê ragihand ku Donald Trump û Vladimir Putin di pêwendiyeke telefonî ya 90 xulekî de li ser dîtina çareseriyekê ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê axivîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo alîkariyê amadehiya xwe diyar kiriye.
Alîkarê Serokê Rûsyayê Yuri Ushakov eşkere kir ku Trump roja Şemiyê telefonî Serokê Rûsyayî Vladimir Putin kiriye.
Ev pêwendî di çarçoveya amadehiyên Trump ên ji bo beşdariya lûtkeya NATOyê de ye ku biryar e 7-8ê vê mehê li Tirkiyeyê were lidarxistin.
Her wiha Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy jî ragihand ku ew jî li gel Trump axiviye.
Ushakov li ser naveroka axaftina Trump û Putin got:
"Serokê Amerîkayê careke din tekezî li amadehiya xwe ya ji bo xebata bi armanca xelaskirina bilez a şer û dîtina çareseriyekê ya ji bo derbaskirina krîzê kir."
Çareseriya siyasî û dîplomatîk
Ushakov ev guftûgo wekî "avaker" bi nav kir û destnîşan kir ku Rûsya li dû çareseriyeke siyasî-dîplomatîk digere ku prensîbên sereke yên Moskowê li ber çavan bigire.
Ushakov aliyên Ewropî tohmetbar kirin ku dixwazin şer dirêj bibe û her wiha anî ziman ku Putin "wêneyê rastîn ê qada şer" ji Trump re rave kiriye ku tê de hêzên Rûsyayê bi pêş ve diçin.
Fermandarên leşkerî yên Rûsyayê roja Înê ji Putin re ragihandibû ku wan bajarê stratejîk ê Kostiantynivkayê yê li herêma Donetskê kontrol kiriye êê belê Zelenskyy û artêşa Ukraynayê roja Şemiyê ev nûçe red kir û got ku hêzên Kîevê hîn bajêr kontrol dikin.
Ushakov li ser navê Trump ragihand ku Steve Witkoff û Jared Kushner dê hewldanên xwe yên ji bo gihîştina bi peymanekê bidomînin û amade ne careke din biçin Moskowê.



