Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo civînekê daxwazî ji Koşka Spî kiriye û got, "Netanyahu baş dizane serok kî ye."
Trump her wiha anî zimên ku ew dê çavdêriya merasîma veşartina Rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî bike û bi dîtina wî, rondikên hinek berpirsan "sexte" ne.
Donald Trump ji malpera Axiosê re daxuyand ku têkiliyeke wî ya pir baş li gel Serokwezîrê Îsraîlê heye.
Trump li ser têkiliyên xwe yên bi wî re got, "Têkiliya me gelekî baş e. Netanyahu dizane kî serok (biryardar) e."
Ev dê bibe civîna yekem a di navbera her du serkirdeyan de piştî civîna wan a girîng a meha Sibatê ya li Jûra Operasyonên Koşka Spî.
Di wê civînê de Netanyahu plansaziya xwe ya ji bo destpêkirina şerekî hevpar ê li dijî Îranê pêşkêş kiribû.
Li benda diyarkirina dema civînê ne
Rayedarekî Îsraîlî ragihand ku ji ber geşta Trump a ji bo Tirkiyeyê (ku lûtkeya NATOyê di 7 û 8ê Tîrmehê de lê bê lidarxistin), dibe ku hefteya bê ji bo vê serdanê pir zû be.
Wî rayedarî got, "Dibe ku civîn hefteya piştî wê were kirin."
Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku Netanyahu roja înê bi rêya telefonê li gel Trump axiviye.
Netanyahu ji ber ser salvegera 250yemîn a serxwebûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Trump pîroz kiriye.
Nivîsgeha Netanyahu diyar kir ku Serokwezîr ji Trump re gotiye "Amerîka ji bo azadiya cîhanê garantî ye û Îsraîl girîngiyeke mezin dide vê têkiliya nêzîk."
Her wiha her du aliyan li hev kiriye ku di demeke nêzîk de li Amerîkayê bicivin.
Merasîma veşartina Xamineyî
Trump ji Axiosê re ragihand ku ew dê bi baldarî çavdêriya merasîma veşartina Elî Xamineyî, Rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê bike.
Xamineyî di roja yekem a şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê de hatibû kuştin.
Trump îdia kir ku Îranî "ji bo ku bigihîjin peymanekê lava dikin."
Lê belê wî got ku her du aliyan biryar daye ku heta dawîhatina merasîmê hefteyekê navberê bidin dan û standinan û di vê demê de dê ti alî êriş neke.
Trump qala kesên beşdarî şînê bûne kir û got, "Hemû li wê derê ne.
Bi êrişeke tenê em dikarin wan hemûyan ji holê rakin. Lê belê em vê nakin, çimkî eger em wan ji holê rakin wê demê dê ti kes nemîne ku em dan û standinan pê re bikin."
Serokê Amerîkayê matmayîbûna xwe li hemberî giriyê hinek Îraniyan a di şînê de nîşan da û diyar kir ku xelk bi temamî nefretê ji wî dikin û got, "Dibe ku ev rondikên sexte bin."
Alozî û dilgiraniya di navbera Amerîka û Îsraîlê de
Di nav derdora nêzîk a Trump de, piştî civîna meha Sibatê dilgiraniyeke mezin li hemberî Netanyahu çêbûye.
Rayedarekî Amerîkayî ji Axiosê re ragihand, "Gelek şêwirmendên herî nêzîk ên Trump di wê baweriyê de ne ku Bibi (Netanyahu) di hemû mijaran de şaş bûye."
Trump meha borî di pêwendiyeke telefonî de ji ber zêdekirina êrişên leşkerî yên Îsraîlê yên li ser Libnanê li hemberî Netanyahu sekinîbû û ew wekî "dîn" bi nav kiribû.
Van aloziyan di nava Komariyan de li ser mijara Îsraîl û şer dabeşbûneke kûr çêkiriye.
Tevî nerazîbûnên Netanyahu jî Trump meha borî ji bo dirêjkirina agirbestê û destpêkirina ducare ya dan û standinên nukleerê, peyman li gel Îranê îmze kiribû.
Trump her wiha zext xistibû ser Netanyahu da ku operasyonên artêşa Îsraîlê yên li Libnanê sînordar bike û peymaneke destpêkê ya ji bo vekişîna ji başûrê Libnanê îmze bike.



