Hewlêr (Rûdaw) - Vladimir Putin ragihand ku ji bo bersivdayîna êrişên Ukraynayê yên li binesaziya sivîl a Rûsyayê, operasyonên li binesaziya leşkerî-pîşesazî ya Ukraynayê û tesîsên ku vê pergalê xwedî dikin dê bidomin.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi fermandarên yekîneyên leşkerî yên li eniyên şer re civiya û rewşa dawî ya li qadê nirxand.
Vladimir Putin anî ziman ku birêvebiriya Kîevê li ser rewşa qada şer "amarên xeyalî" pêşkêş dike û Ukrayna operasyoneke agahdarkirin û propagandayê bi rê ve dibe.
Putin destnîşan kir ku ne niyeta birêvebiriya Kîevê û ne jî niyeta "Ewropiyên qaşo" yên ku xwe wekî nûnerên aştiyê nîşan didin ne aştî ye û diyar kir ku armanca wan domandina şerê li dijî Rûsyayê ye.
Serokê Rûsyayê bal kişand ser daxuyaniyan û tevgerên Ewropayê û li pey çû:
"Ev rewş piştrast dike ku niyeta rastîn a birêvebirên Ewropî domandina şer e heta ku Ukrayniyê dawî bimîne."
Berteka li dijî "teknolojiya nûjen"
Putin amaje bi daxuyaniya hevpar a hinek serokên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya 7ê Hezîranê kir.
Di wê daxuyaniyê de pesnê bikaranîna teknolojiyên bêmirov a Ukraynayê hatibû dayîn.
Putin bertek nîşanî vê yekê da û sedema berdewamiya êrişên bersivdayînê wiha rave kir:
"Hinek serokên Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniya xwe ya 7ê Hezîrana 2026an de diyar dikin ku ew bikaranîna nûjen a teknolojiyên bêmirov a rejîma Kîevê bi dilxweşî pêşwazî dikin.
Belê, bi îfadeya wan bikaranîna 'nûjen'. Gelo bi vê yekê qala êrişên li tesîsên me yên sivîl, binesaziya me ya sivîl, wesayîtên ku sivîl û zarok tê de ne û malên xwendekaran jî dikin?
Divê êrişên bikom û dijwar ên li binesaziya komplekse leşkerî-pîşesazî ya Ukraynayê û tesîsên ku karê wan dimeşînin bidomin.
Ji ber ku ev ramanên wan di rojevê de ne û tên bicihanîn. Divê em jî bi heman awayî bersiv bidin."



