Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha "Haxhi Zeka"yê ya Kosovayê, bi merasîmeke fermî nasnavê "Endamê Rûmetê yê Zanîngehê" pêşkêşî akademîsyenê Kurd Prof. Dr. Kesra Nermend kir.
Ev nasnav, xelata herî bilind a wê zanîngehê ye û ji bo qedirgirtina wan kesan tê dayîn ku keda wan di bipêşketin û xurtkirina pêgeha navneteweyî ya zanîngehê de heye.
Naskirina keda zanistî
Bi biryara Senatoya Zanîngeha Haxhi Zekayê, ev nasnav ji bo Prof. Dr. Kesra Nermend hat diyarkirin.
Kesra Nermend niha li Zanîngeha Szczecinê ya Polonyayê profesor û Birêvebirê Enstîtuya Birêvebirinê ye.
Zanîngeha Haxhi Zekayê diyar kir ku ev xelat ji bo "qedirgirtina ked û xebatên wî yên demdirêj û dilsoz" hatiye dayîn.
Nermend bi taybetî di xurtkirina hevkariya akademîk a navneteweyî û piştgirîkirina bipêşketina saziyan de roleke sereke lîstiye.
Hevkariya di navbera Polonya û Kosovayê de
Li gorî daxuyaniya Senatoya Haxhi Zekayê Ked û xebatên Prof. Nermend di gelek waran de bi bandor bûne.
Her wiha wî di amadekirina bernameyên doktorayê de yên ku li gorî standardên Ewropayê ne, alîkarî kiriye û ew di xurtkirina lêkolînên zanistî, avakirina hevpeymaniyên stratejîk û amadekirina projeyên navneteweyî de xwedî rol bûye.
Prof. Nermend di heman demê de ji bo avakirina kovara zanistî ya zanîngehê û organîzekirina konferansên navneteweyî yên zanistî hewlên mezin dane.
Ev xebat bûn sedem ku hevkariya di navbera civakên akademîk ên Kosovo û Polonyayê de hîn xurttir bibin.
Li gorî daxuyaniya Senatoya Zanîngehê akademîsyenê Kurd “şêwirmendekî biqedr û hevkarekî dilsoz e, pêbendiya wî ya ji bo zanistê ji hevkariyên fermî derbas kiriye. Xebatên wî yên ji bo xurtkirina nasnameya navneteweyî û berfirehkirina hevpeymaniyên akademîk, îro wekî yek ji hêzên herî mezin ên Zanîngeha Haxhi Zekayê tên qebûlkirin.”
Kesra Nermend kî ye?
Prof. Dr. Kesra Nermend, akademîsyenekî navdar ê Kurd e û ji bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ye ew di qada zanistên aborî û birêvebirinê de di asta navneteweyî de tê naskirin.
Nermend niha li Zanîngeha Szczecinê ya Polonyayê Serokatiya Beşa Rêbazên Piştgiriya Biryargirtinê û Zanista Mejî ya Têgihiştinê (Cognitive Neuroscience) dike.
Prof. Nermend di dirêjahiya jiyana xwe ya akademîk de de beşdarî gelek projeyên navneteweyî bûye û zêdetirî 150 berhemên zanistî weşandine.
Vekolînên wî zêdetir li ser pergalên piştgiriya biryargirtinê, aboriya tevgerî, vekolîna amarên mezin û hişê çêkirî ne.
Li aliyê din, bi serperiştiya Kesra Nermend di navbera Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî yên Rojavayê Kurdistanê û Zanîngeha Szczecinê ya Polonyayê de protokolên hevkariyê hatine îmzekirin.

.jpg&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)