Washington (Rûdaw) - Li Washingtona paytexta Amerîkayê, ji bo 250 saliya serxwebûnê û ji bo rêzgirtina leşkerên asayî yên beşdarî Şoreşa Amerîkayê bûne çend peykerên demkî hatin danîn.
Ev peyker ji peykerên din ên bajêr cuda ne ku bi piranî ji bo kesayetên navdar hatine çêkirin.
Peyker li qadekê hatine danîn ku tenê çend kîlometreyan dûrî Koşka Spî ye û dê çend mehan li wir bimînin.
Ev karê hunerî ji bo rêzgirtina wan leşkeran e ku di şerên serxwebûna Amerîkayê de roleke giring lîstiye lê wekî fermandar û serkirdeyan ne navdar in.
"Rêz li kesên asayî tê girtin"
Yek ji serperiştên projeyê Matthew Taylor li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:
"Yek ji tiştên balkêş ên vê qadê ew e ku Amerîka bi giştî tiştên mezin ên bi vî rengî ji bo wan leşkerên ku ne fermandar bûn çênake.
Li vir rêz li kesên asayî tê girtin. Ev tiştekî pir nû ye û dema ku xelk di roja serxwebûnê de were vir û vê derê bibîne dê bibe karekî bêhempa."
Amadehî ji bo 250 saliya serxwebûna Amerîkayê zêdetirî salekê ye ku dest pê kiriye.
Birêvebiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump budceyeke nêzîkî 103 milyon dolarî ji bo amadehiyên wê rojê terxan kiribû.
Eleqeya xelkê ya ji bo peykeran
Tevî ku çend roj ji bo roja serxwebûnê mane jî, ji niha ve gelek kes tên serdana qadê û bi peykeran re wêneyan digirin.
Mamosteya hunerê Annette Black yek ji wan e û got:
"Ez ji bo roja serxwebûnê pir kêfxweş im.
Em bi tesadufî hatin û me dît ku pir xweşik in.
Dema peykerek tê çêkirin, tê wê wateyê ku ew kes giring e, lewma min xwest ez bizanim ew kesên giring kî ne."
Keça Annetteyê, birêvebira bazarê Ariel Blackê jî diyar kir ku ew hez dike çîrokên ku zêde giringî pê nehatine dayîn bibihîze û anî ziman:
"Bi nêrîna min giring e ku giringî bi van kesan jî tê dayîn.
Em ji Carolinaya Başûr hatine û diçin cihên pêşerojê.
Dayîka min sala 1976an ku 200 saliya serxwebûnê bû zanîngeh qedandibû, lewma ev ji bo me rojeke taybet e."
.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)