Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Açê ya Endonezyayê, keç û kurek ji ber ku di weşana zindî ya TikTokê de hev maç kiribû, li ber çavê xelkê bi qamçiyan hatin cezakirin.
Biryar piştî wê yekê hat dayîn ku vîdeoya wan li ser tora civakî bû sedema nerazîbûnan.
Doh qamçî li kurekî 22 salî û keçeke 25 salî dan, her yekî 21 qamçî xwarin.
Dadgeha Şerîetê ya li eyaleta Açê ew her du ciwan bi tohmeta binpêkirina yasayên "exlaqa giştî" tawanbar kiribûn.
Ew her du ciwan ji meha Adara borî ve hatibûn desteserkirin û 4 mehan di girtîgehê de mabûn.
Ji ber vê yekê dadgehê ceza ji 25 qamçiyan daxist 21 qamçiyan.
Li gorî daxuyaniya berpirsên herêmê, bûyer wê demê qewimiye ku keç û kur di nav otomobîlekê de di weşana zindî ya TikTokê de hev maç dikin.
Birêvebirê Polîsê Şerîetê Mihemed Riza ragihand:
"Piştî ku vîdeo li ser TikTokê belav bû, xelkê herêmê û bikarhênerên medyaya civakî gilî kir û xwest ku ew werin cezakirin."
Keçeke 22 salî ya bi navê Ayni Naziraya ku li bajarê Banda Açê dijî û beşdarî temaşakirina cezayê qamçiyê bûbû diyar kir:
"Bi baweriya min ev ceza bi temamî rewa ye, çimkî dê ji bo xelkê din bibe hişyariyek ku dema torên civakî bi kar tînin baldar bin."
Eyaleta Açê û yasayên Şerîetê
Eyaleta Açê herêma Endonezyayê ya ku piraniya şêniyên wê Misilman in û şerîeta Îslamî lê tê bicihanîn.
Ev maf sala 2005an di çarçoveya peymaneke aştiyê de ji bo bidawîanîna serhildana cihêkaran ji wê eyaletê re hatibû dayîn.
Li wê eyaletê ji bo gelek sûcan cezayê qamçiyê tê bicîhanîn ku di nav wan de qumar, vexwarina alkolê û zîna hene.
Rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan ên wekî Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) bi berdewamî cezayê qamçiyê şermezar dikin.
Ew vî cezayî wekî "hovane û heqareta li rûmeta mirovahiyê" pênase dikin lê rayedarên Açê tekez dikin ku ew dê di bicîhanîna yasayê de berdewam bin.
.webp&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)