Hewlêr (Rûdaw) - Li Venezuelayê piştî erdhejên wêranker ên 24ê Hezîranê, pêşhateke hêvîdar çêbû û Hernan Alberto Gil Floresê 43 salî piştî 8 rojan ji bin kavilan bi saxî hat rizgarkirin.
Li Venezuelayê piştî erdhejên mezin xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.
Di van xebatan de operasyoneke balkêş hat kirin.
Hernan Alberto Gil Floresê 43 salî tevî ku 8 roj di ser erdhejê re derbas bûne jî zindî hat dîtin.
Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê 28ê Hezîranê tesbît kir ku Floresê ku li navendeke kirîn û firotinê ya li bajarokê La Guairayê wekî parêzvan dixebitî dibe ku di bin kavilan de be.
Li ser vê yekê xebatên li herêmê hatin zêdekirin.
Tevî şert û mercên xirab ên hewayê jî xebat bê navber hatin domandin.
Rewşa wî ya tenduristiyê baş e
Rayedaran diyar kir ku baran û erdhejên paşekî xebatên rizgarkirinê zehmet kirine lê belê bi saya xebata hûr û kûr a tîman ew gihîştin Flores.
Flores piştî operasyoneke ku bi saetan berdewam kir ji bin kavilan hat derxistin û tîman ew bir nexweşxaneyê.
Li gorî agahiyan, metirsî li ser jiyana wî nîne.
Li Venezuelayê piştî 2 erdhejên mezin bi hezaran kes mirin.
Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo gihîştina kesên ku tê texmînkirin di bin kavilan de ne xebatên xwe didomînin.
.webp&w=3840&q=75)


