New York (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da ku bipêşketina bilez a hişê çêkirî metirsiyên cidî li ser demokrasî û ewlehiya cîhanî çêdike.
Di rapora navneteweyî ya ku Neteweyên Yekbûyiyê belav kiriye de hat gotin, "Ti garantiy ên zanistî nînin ku dê hişê çêkirî her tim di bin kontrola mirovan de bimîne."
Sekreterê Giştî yê Netweyên Yekbûyî Antonio Guterres, roja çarşemê ew rapora ku bi beşdariya gelek zanyar û xwediyên Xelata Nobelê hatiye amadekirin ji raya giştî re eşkere kir.
Di raporê de hat hişyarkirin ku eger qaîdeyên hevpar ên navneteweyî neyên diyarkirin, dibe ku bipêşketina hişê çêkirî bandora hikûmet û civakan a li ser pêvajoyên biryardayînê kêm bike.
Guterres di danasîna raporê de daxuyanî da û got, "Eger rêziknameyên hevpar neyên diyarkirin, her ku hişê çêkirî bi pêş dikeve dê derfeta axaftinê ya hikûmetan û xelkê gav bi gav kêm bibe."
Milyarek kes bi kar tîne
Hat diyarkirin ku li cîhanê her hefte zêdetirî milyarek kes amûrên hişê çêkirî bi kar tîne.
Her wiha hat destnîşankirin ku kapasîteya vê teknolojiyê di nava çend mehan de qat bi qat zêde dibe û hişê çêkirî dikare bipêşketina xwe bi xwe leztir bike.
Kapasîteya cîhanî di destê du welatan de ye
Li gorî raporê, ji sedî 75ê kapasîteya hesabkirinê ya herî xurt a hişê çêkirî di destê Amerîkayê de ye.
Ji sedî 15ê wê jî ji aliyê Çînê ve tê kontrolkirin.
Bi vî awayî, nêzîkî ji sedî 90ê kapasîteya cîhanî di destê du welatan de ye.
Hişê çêkirî li ber xwe dide
Di raporê de hat destnîşankirin ku di hinek ceribandinan de pergalên hişê çêkirî li hemberî girtina ji aliyê mirovan ve li ber xwe daye.
Li ser vê yekê hat gotin, "Ti garantiyên zanistî nînin ku dê ev teknolojî di bin kontrola mirovan de bimîne."
Her wiha raporê bal kişand ser wê yekê ku dibe ku hişê çêkirî têgihiştina rastiya hevpar qels bike ku ev yek ji stûnên bingehîn ên demokrasiyê ye.
Bersiva pirsa Rûdawê
Rojnameger Maria Ressayê bersiv da pirsa Rûdawê û got:
"Dema ku em bi berdewamî rastî naverokên jehirdar û agahiyên xelet tên, ne pêkan e ku ev yek bandorê li me neke.
Em niha di nifşê yekem ê medyaya civakî ya bi piştgiriya hişê çêkirî de dijîn.
Dê bandorên mezin ên vê yekê hem li ser mirovan û hem jî li ser nifşên paşerojê hebin."
Ji pêşengên hişê çêkirî Yoshua Bengio jî diyar kir ku hişê çêkirî dikare bi awayekî were bipêşxistin ku agahiyên rast û pêbawer derxe pêş.
Lê belê Bengio got, "Dibe ku ev nêzîkatî ji bo şirketan ne modeleke herî bisûd be."
Rapora ku li ser malpera fermî ya Neteweyên Yekbûyî hatiye weşandin, bangî welatan dike.
Rapor dixwaze ku ji bo pêşîgirtina qelsbûna kontrola li ser hişê çêkirî, di asta navneteweyî de rêziknameyên yasayî yên tundtir werin derxistin.

