Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê û Yekîtiya Ewropayê, li ser sînordarkirina medyaya civakî ya ji bo ciwan û zarokan nîqaşeke germ dest pê kiriye.
Parlamenter û pispor derbarê bandorên xerab ên medyaya civakî yên li ser tenduristiya derûnî û fîzîkî ya ciwanan hişyariyê didin.
Ew daxwaza guhertina yasayan dikin.
Telefonên zîrek êdî ji erkên xwe yên bingehîn derbas bûne û ne tenê ji bo pêwendiyan in.
Ew bûne depoya kamera, muzîk û bi dehan platformên medyaya civakî ku bandoreke kûr li ser jiyana rojane ya nifşê nû dikin.
"Çareserî ne tenê sînordarkirin e"
Berpirsa Rêxistina Ciwanan a Partiya Keskan a Almanyayê ya Eyaleta Nordrhein-Westfalenê Lina Rosskampê ji 14 saliya xwe ve ketiye cîhana medyaya civakî û nêrîna wê cuda ye.
Lina Rosskampê got, "Cihê dilgiraniyê ye ku em dibînin ciwan û zarok bi rêya medyaya civakî ber bi tundrewiyê ve diçin lê çareserî ne tenê sînordarkirin e."
Li gorî Rosskampê, divê zext li şirketên mezin ên teknolojiyê werin kirin da ku yasayên Parlamentoya Ewropayê bi cih bînin.
Rosskampê her wiha diyar kir ku divê lêpirsîna yasayî bi wan re were kirin da ku ew jîngeheke aramtir ji bo ciwanan dabîn bikin.
Sînordarkirina li gorî temen
Li Parlamentoya Almanyayê ji bo diyarkirina temen pêşniyarên cuda hene.
Parlamentera Partiya Yekitiya Demokratên Xiristiyan (CDU) a Eyaleta Nordrhein-Westfalenê Andrea Stullich pêşniyar dike ku zarokên di bin 14 saliyê re medyaya civakî bi kar neynin.
Ew dixwaze ku ciwanên di navbera 14 - 16 salî de bi pîvanên taybet û parastî tevbigerin da ku girêdayî platforman nebin.
Ew dibêje ku divê ji 16 saliyê pê ve destûra tam ji wan re were dayîn da ku karibin platforman bi awayekî azad bi kar bînin.
Andrea Stullichê li ser vê mijarê got, "Pirsgirêk ne ciwan in. Pirsgirêk ew modelên bazirganiyê ne ku li pişt platforman in û dibin sedema girêdayîbûnê."
Metirsiyên li ser bipêşketina mêjî
Bijîşkê Pispor ê Derûniyê û Parlamenterê Partiya Demokrat a Civakî ya Almanyayê (SPD) Rodion Bakum ji aliyê zanistî ve li mijarê dinêre.
Rodion Bakum tekez kir ku temenê bin 14 saliyê ji bo bipêşketina mêjî qonaxeke gelekî hestiyar e û wiha pê de çû:
"Pêwîst e ji bo qedexekirina medyaya civakî ya ji bo zarokên di bin 14 saliyê re rêzik hebin. Divê piştrastkirina nasnameyê bibe merc."
Bakum her wiha da zanîn ku li gorî lêkolînan, bikaranîna zêde ya medyaya civakî di wî temenî de dibe sedema nexweşiyên derûnî û xerabûna bipêşketina mêjî.
Li gorî raporeke nû ya Yekîtiya Ewropayê, nêrîneke şaş a ciwanan li ser medyaya civakî heye.
Ji sedî 48ê ciwanên di navbera 13 - 18 salî de bawer dikin ku medyaya civakî bandoreke erênî li wan dike.
Lê di rastiyê de encam berevajî ne.
Bikaranîna zêde û berdewam di nav nifşê nû de dibe sedema zêdebûna serêşî, çavêşî û kêmbûna baldariyê.


