Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ragihand ku wî ji erkê xwe îstifa kiriye.
Keir Starmerê ku sala 2024an hatibû ser kar, eşkere kir ku wî dev ji erkê serokwezîriyê berdaye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh gotibû ku Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer dê ji karê xwe îstifa bike.
Ev biryar piştî encamên xerab ên hilbijartinên xwecihî yên meha borî û zêdebûna fişarên li ser wî hat.
Starmer li ber avahiya serokwezîriyê ya li 10 Downing Streetê daxuyaniyek belav kir.
Wî diyar kir ku ew vê sibehê bi Şah re axiviye da ku wî ji biryara xwe agahdar bike.
Starmer li pey bersiva partiyê çû
Starmer destnîşan kir ku îstifaya wî bersivek e ji bo pirsa partiya wî ka ew "kesê herî guncav e" ku wan ber bi hilbijartinên giştî yên bê ve bibe yan na.
Starmer anî zimên, "Min bersiva partiya xwe ya li parlamentoyê bihîst û ez wê bersivê qebûl dikim."
Dema diyarkirina serokê nû
Keir Starmer da zanîn ku ew dê ji Komîteya Birêvebir a Niştimanî ya partiya xwe bixwaze ku nexşerêyekê diyar bike.
Li gorî vê nexşerêyê, dê pêvajoya namzediyê 9ê Tîrmehê dest pê bike û heta bêhnvedana havînê temam bibe.
Starmer eşkere kir, bi vî awayî dê serokê nû yê partiyê berî vekirina parlamentoyê ya di meha Îlonê de diyar bibe.
Her wiha wî ragihand ku ew dê heta bi dawîbûna pêvajoya hilbijartina serokê nû li ser erkê xwe bimîne û ji bo veguhastineke birêkûpêk a desthilatê çi ji destê wî were ew dê bike.



