Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê torên civakî gef li Îranê xwar û ragihand ku divê ew rê li ber komên xwe yên li Libnanê bigire.
Donald Trump di parvekirina xwe ya li ser platforma Truth Socialê de anî zimên ku divê Îran "yekser" rê li ber wan komên "wekîl" (proxies) bigire ku meaşên zêde ji wê distînin û li Libnanê dibin sedema aloziyan.
Trump gefa êrişên nû xwar û li pey çû:
"Eger ew vê nekin, em dê hîn tundtir li Îranê bidin. Tam wekî ku me hefteya borî kir lê belê vê carê hîn girantir.”
Li hêla din, medyaya Îranê van kêliyan ragihand ku hevdîtinên Îran û Amerîkayê dest pê kiriye.
Hevdîtin li Swîsreyê bi beşdariya navbeynkarên Qeter û Pakistanî tên kirin.


