Bruksel (Rûdaw) - Lûtkeya du rojî ya Yekîtiya Ewropayê ya li Brukselê bi dawî hat lê nakokiyên kûr ên li ser koçberan darîçav bûn.
Serkirdeyên Ewropayê biryar da ku ji bo civîna xwe ya Çiriya Pêşîna 2026an, mijara koçberiyê bixin serê rojeva xwe.
19 welatan nameyeke lezgîn îmze kir û wan daxwaza avakirina navendên dersînorkirinê yên li derveyî Ewropayê kir.
Lê belê, Fransa li dijî vê pêngavê derket û nerazîbûna xwe nîşan da.
Macron: Ez li dijî bikaranîna budceya Ewropayê me
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser vê mijarê nêrînên xwe anîn zimên û got:
“Ez dê bi her awayî li dijî wê yekê derkevim ku budceya Ewropayê, bi taybetî jî budceya siyaseta navneteweyî ya Ewropayê, ji bo avakirina navendên vegerandinê were bikaranîn.
Belê, ji bo siyaseta koçberiyê ya pir tund, wekî me li ser asta Ewropa û neteweyî meşandiye û ez berpirsiyariya wê digirim ser xwe.
Belê, ji bo siyaseteke ku şerê koçberiya neyasayî dike, ya ku me bibandortir dike û dibe sedema vegerandinê.
Li ser Fransayê, ‘na’ ji bo navendên vegerandinê yên li welatên sêyem, ji ber ku ez bawer nakim ev yek bibandor be yan jî li gorî prensîbên me be.
Li gorî min, divê ev bikeve bin siyaseta her dewletekê, ez rêzê li vê digirim, ev dê were bicihkirin û ev ne tiştek e ku ew budceya em dê pesend bikin dê bi cih bîne."
Swêd piştgiriyê dide navendên vegerandinê
Yek ji welatên ku ew name îmze kiriye û piştgiriya vê siyasetê dike Swêd e.
Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson li ser hewlên kêmkirina koçberiyê destnîşan kir:
“Çi ji destê me tê em dikin ji bo kêmkirina çerxa koçberiyê ya ber bi Ewropayê ve, bi taybetî hejmara koçberên neyasayî û bêdestûr û wekî vê dawiyê jî, em hewlên zêde didin ji bo misogerkirina wê yekê ku kesên daxwaza wan a penaberiyê hatiye redkirin jî ji Ewropayê derkevin, welatek li herêmê niha bi temamî berevajî vê yekê dike.
Ev yek metirsiyan li ser welatên din zêde dike. Hinek aliyan amaje bi vê yekê kir.
Di heman demê de, civînek li ser koçberiyê hat kirin. Me gotûbêjên xwe yên li ser mijarên pêwendîdar ên li ser peyman û navendên vegerandinê berdewam kir."
Nakokî didomin
Cihê nakokiyê diyar e. Yekîtiya Ewropayê hîn jî ji helwesteke hevbeş a li ser navendên vegerandinê û siyaseta koçberiyê dûr e.
Koçberî, yek ji mijarên sereke bû ku li vir li Brukselê di lûtkeya Yekîtiya Ewropayê de hat nîqaşkirin.
Her çi qasî li ser zêdekirina vegerandinan lihevkirineke berfireh hebe jî li ser çawaniya bicihkirina vê yekê nakokiyên mezin berdewam dikin.
.webp&w=3840&q=75)

