Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê ji bo amadekirina bernameyeke nû dixebite, li gorî vê bernameyê, ew zererên ku ji ber êrişên Îranê gihîştine welatên Kendavê dê bi pereyên Tehranê yên cemidandî werin tazmînkirin.
Çavkaniyeke agahdar ji Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ji rojnameya The Postê re ragihand ku Wezîr Scott Bessent tîma xwe erkdar kiriye ku qebareya zererên hevpeymanên wan ên li Kendavê binirxînin.
Armanc ew e ku pereyên Îranê yên cemidandî ji bo avedanî û tazmînkirina wan zereran werin bikaranîn ku Tehranê çêkirine an jî dê di paşerojê de çêbike.
Êrişên mûşekî yên li Kuweyt û Behreynê
Ev gava Washingtonê piştî wê yekê hat ku Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku roja Şemiyê Îranê 7 mûşekên balîstîk avêtine Kuweyt û Behreynê.
Her wiha hefteya borî êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Kuweytê hatibû kirin.
Di wê êrişê de kesek mir û zêdetirî 60 kesên din jî birîndar bûn.
24 milyar dolarên Îranê
Her çend heta niha bi fermî pereyê ji bo tazmînkirinê nehatibe diyarkirin jî lê qala 24 milyar dolarên Îranê yên cemidandî tê kirin.
Ev mijar yek ji mijarên sereke yên pirsgirêka di navbera Amerîka û Îranê de ye.
Li aliyê din, Îranê bertek nîşan da û ji bo berdewamiya gotûbêjan mercan datîne.
Şêwirmendê Leşkerî yê Mucteba Xamineyî, Muhsîn Rezayî ji kanala CNNyê re ragihand ku gotûbêj gihîştine xitimandinê.
Rezayî tekez kir ku bipêşketineke di dan û standinan de, tenê bi mercê dayîna wan 24 milyar dolarên Îranê yên cemidandî pêkan e ku li cem Amerîkayê ne.
Şerê Îran û Amerîkayê 28ê Sibata 2026an dest pê kir.
Girtina Tengava Hurmizê û êrişên berdewam ên li binesaziyên sivîl, zexteke aborî û ewlehiyê ya mezin xistiye ser herêmê û cîhanê.



.webp&w=3840&q=75)