Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Huyukê ya Konyaya Tirkiyeyê otobuseke kompanyaya Yenî Diyarbekirê ket xendeqê.
Ev otobûs ji Antalyayê diçû parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê.
Di qezayê de 45 kes birîndar bûn.
Qeza şeva borî saet 02:00yan li ser rêya Isparta û Beyşehirê çêbû.
Otobûsa rêwiyan a şirketa Yenî Diyarbekirê ji Antalyayê ber bi Îdirê ve diçû.
Dema ku otobûs nêzîkî 20 kîlometreyan ji navçeya Beyşehirê dûr bû, şofêr kontrola dîreksiyonê ji dest da.
Otobûs ji rê derket û ket nav xendeqekê.
Rewşa 40 birîndaran baş e
Di encama qezayê de 45 kes birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Beyşehirê.
Li gorî agahiyan, rewşa nêzîkî 40 birîndaran baş e.
Her wiha 5 birîndar rakirin nexweşxaneyên navenda Konyayê û 3 birîndarên din jî ji bo dermankirinê şandin nexweşxaneyên navçeya Seydîşehirê.
Lêkolîna li ser sedemên qezayê didome.


.jpg&w=3840&q=75)
