Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo ku beşdarê Lûtkeya 36emîn a Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê bibe çû Enqereya paytexta Tirkiyeyê.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Balafirgeha Enqereyê bi merasîmeke fermî Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşwazî kir.
Paşê Erdogan û Trump derbasî Salona Rûmetê bûn û wêneyekê bîranînê girt.
Li Koşka Serokkomariyê ya Tirkiyeyê jî ji bo Trump merasîmeke fermî ya pêşwazîkirinê hat lidarxistin.
Serokên dewletan diçin Enqereyê
Ji bo Lûtkeya 36emîn a Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê, serokên dewlet û hikûmetan ên 32 welatan û nêzîkî 100 wezîr li Enqereyê dicivin.
Di nav lîderan de Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz û Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni jî hene.
Lûtke îro li Navenda Kongre û Pêşangehan a Jûra Bazirganiyê ya Enqereyê bi Forûma Pîşesaziya Parastinê dest pê kir.
Îro demjimêr 18:30î li Koşka Serokkomariyê, bi mazûvaniya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û hevjîna wî Emine Erdoganê ji bo serokên dewlet û hikûmetan û hevjînên wan resepsiyonek tê lidarxistin.
Her wiha wezîrên karên derve yên welatên endamên NATOyê jî dê îro li Koşka Serokkomariyê werin ba hev.



