Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ji civaka navneteweyî xwest ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne û rê li ber êrişên Îsraîlê yên li Sûriyeyê bigire.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê li ser êriş û pêşveçûnên Îsraîlê daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê ragihand ku ew pêşveçûn û derbasbûna hêzên Îsraîlê yên li nav axa parêzgeha Quneytreyê û gundewarê parêzgeha Derayê bi tundî şermezar dikin.
Li gorî daxuyaniyê ew derbasbûn di çend rojên borî de pêk hatiye.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê eşkere kir ku ew tevgerên bejahî bi zêdebûna firîna helîkopter, balafirên çavdêriyê û balafirên şer ên Îsraîlê yên li asmanê başûrê Sûriyeyê re hevdem in.
"Binpêkirineke eşkere ye"
Şamê ev yek wekî "binpêkirineke eşkere" ya serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê bi nav kir.
Her wiha Şamê destnîşan kir ku ev tevger metirsiyê li ser ewlehiya welatiyan çêdikin û xebatên jinûveavakirinê asteng dikin.
Li gorî daxuyaniyê, ev tevgerên Îsraîlê aramiya herêmê bi giştî dixin metirsiyê.
Banga li civaka navneteweyî
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê bangî civaka navneteweyî kir ku destêwerdanê bike.
Wezaretê xwest ku Îsraîl pêbendî qanûnên navneteweyî û biryarên Neteweyên Yekbûyî yên pêwendîdar bibe.
Bi vê yekê tê xwestin ku herêm ji aloziyên nû were parastin.



