Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyeyê peykerê Selahedînê Eyûbî ji ber Keleha Şamê rakir û dest bi veguhastina wî kir.
Aliyên pêwendîdar diyar dikin ku ev gav ji bo rêkxistin û baştirkirina dîmenê derdora kelehê hatiye avêtin.
Dê bibin Qada Panoramayê
Birêvebiriya Şama Kevn ragihand ku wan bi hevkariya rêxistina Handê dest bi veguhastina peykerê Selahedînê Eyûbî kiriye.
Li gorî biryarê, peyker ji ber kelehê tê veguhestin û dê li Qada Panoramayê were bicihkirin.
Birêvebiriyê da zanîn ku ev biryar ji bo nûkirin û başkirina qada li ber Keleha Şamê hatiye dayîn.
Peyker sala 1993yan hatibû danîn
Peykerê Selahedînê Eyûbî sala 1993yan di salvegera 800î ya wefata wî de ji aliyê peykersaz Ebdullah Seyîd ve hatibû çêkirin.
Selahedînê Eyûbî di navbera salên 1138-1193yan de jiyaye.
Ew yek ji serkirdeyên herî navdar ên leşkerî û siyasî yên dîroka cîhanê ye.
Selahedînê Eyûbî ku bi eslê xwe Kurd e, damezirînerê Dewleta Eyûbiyan e û di dîroka Rojhilata Navîn de xwedî cihekî mezin e.


