Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Parêzgarê Reqayê Mihemed Hamidî ragihand ku “Kurd hevbeşên resen ên welêt in” û diyar kir ku mafên wan parastî ne û rûmeta wan misoger e.
Mihemed Hamidî destnîşan kir ku parêzgeh ji bo maf li xwediyên wan bên vegerandin û dosyeyên asêmayî li gorî yasa û dadweriyê werin çareserkirina dixebite.
Mihemed Hamidî di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re got: “Kurd hevbeşên resen ên vî welatî ne, mafên wan parastî ne û rûmeta wan misoger e. Cihê ti cudakarî û dûrxistina li ser bingeha netewe yan jî aîdiyetê nîne.”
Hamidî derbarê derengketina vegera koçberan anî ziman ku Parêzgeha Reqayê dosyeya vegerandina mafan xistiye nav karên xwe yên sereke û wiha axivî:
“Ji bo vegerandina xelkê ya li gund, mal, erd û milkên wan û çareserkirina dosyeyên asêmayî ya li gorî yasa û dadweriyê, em bi awayekî cidî kar dikin.”
Hamidî da zanîn ku gelek maf li xwediyên wan hatine vegerandin û karê ji bo temamkirina dosyeyên mayî jî berdewam dike û got:
“Em vê dosyeyê wekî dosyeyeke demkî yan jî medyayî nabînin, em wê wekî berpirsiyariyeke niştimanî, mirovî û yasayî dibînin.”
Hamidî bal kişand ser hevahengiya di asta bilind a di navbera parêzgehên Reqa û Hisîçayê de û destnîşan kir ku bi mebesta gihiştina çareseriyên dadmend û wekhev ku mafên hemû aliyan biparêzin, ji bo şopandina van dosyeyan bi awayekî rasterast komîteyên pispor hatine avakirin û anî zimên:
“Dadweriya ku em li ser dixebitin ne dadweriya komekê ya li ser ya din e, ew dadweriyek e ku xwediyê maf diparêze, mafê bindestan dide, ji yê xeletiyê dike hesab dipirse, rê li ber ducarebûna binpêkirinan digire û bêyî cudahî rûmeta hemû xelkê parêzgehê diparêze.”
Hamidî destnîşan kir ku ji bo avakirina aramiyê divê hemû welatî li ser can, mal, erd û milkên xwe di ewlehiyê de bin û got, parastina welatiyan, misogerkirina veger û aramiya wan berpirsiyariyeke sereke ye ku dikeve ser milê saziyên dewletê.
Hamidî derbarê doza Îsmaîl Eydan jî got: “Meseleya wî di destê darazê de ye û hinek dozên şexsî li dijî wî hatine tomarkirin, ji ber vê yekê biryar di destê dadgeh û saziyên dadwerî yên pispor de ye.
Nabe doz ji bo wan armancan bê bikaranîn ku ne li ser bingeha rastiyan in.”
Cîgirê Parêzgarê Reqayê di dawiyê de bal kişand li ser pêwendiyên Ereb û Kurdan ên li parêzgehê û got:
“Ereb û Kurd li vê parêzgehê ne du aliyên dijber in, ew zarokên yek welatî ne ku ax, dîrok, cîrantî û çarenivîsa hevbeş wan digihîne hev û biratiya wan dê bibe bingeha aramiya Reqayê.
Em qebûl nakin ku nakokiyên takekesî yan jî dadwerî bibin pirseke ku civakekê bi giştî bike armanc.”



