Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê doh girtina berpirsekî DAIŞê ragihand ku plansaz û çavdêrê êrişên li Himsê ye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de got ku Ajansa Îstîxbarata Giştî, bi hevkariya Fermandariya Ewlehiya Navxwe ya Parêzgeha Şamê, Xalid Raîd Bîronî ku bi navê Ebû Hesen Doçka jî tê nasîn, di operasyoneke ewlehiyê de li bajarokê Huceyrayê yê parêzgeha Şamê desteser kir.
Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê Bîronî wekî "şaxa birêviberiyê yê rêxistina terorîst a DAIŞê ya li Himsê" bi nav kir û got ku agahiyên ewlehiyê û lêpirsînên berdewam eşkere dikin ku Bîronî fermandarê "leşkeriya giştî" ya rêxistinê ya li parêzgeha Himsê ye.
Li gorî daxuyaniyê, Bîronî "plansaz û çavdêrê çend kiryarên terorîstî" ya li bajêr e ku di nava wan de amadekirin û bikaranîna teqemeniyên destçêkirî û êrişên mezhebî jî hene.
Hûrguliyên teqîna li Mizgefta Îmam Elî
Wezareta Karên Navxwe got ku Bîronî berpirsê teqîna 26ê Kanûna Pêşîn a 2025an e ku Mizgefta Îmam Elî ya li taxa Wadî Zeheb a Himsê hedef girtibû.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê, di teqînê de 8 kes miribûn û 18 kesên din birîndar bûbûn.
Wezareta Karên Navxwe kanûna pêşîn, girtina Ehmed Etala Diyab û Enes Zeradî ji ber rola wan a di teqînê de ragihandibû.
Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê destnîşan kir ku lêpirsîna Bîronî berdewam dike da ku "hûrguliyên çalakiyên wî were eşkerekirin" û pêvajoyên yasayî yên li dijî wî temam bibe.



