Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê li gundewarê rojavayê Şama paytexta Sûriyeyê, li nêzîkî bajarokê Beyt Cinê avahiyeke vala teqand.
Li gorî nûçeya televîzyona fermî ya dewleta Sûriyeyê El-Îxbariyeyê, artêşa Îsraîlê li devera Beyt Cinê ya li rojavayê Şamê, di nav zeviyeke çandiniyê de avahiyeke vala teqandiye.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlê sînor bin pê kiriye, bi ser gundewarê Beyt Cinê de girtiye û ev êriş pêk aniye.
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer 23yê Îlonê di rûniştina 81emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axivîbû û êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê rexne kiribûn.
Ehmed Şer di axaftina xwe gotibû ku Îsraîlê heta niha nêzîkî 500 êrişên asmanî û bi topan birine ser axa wan û herî kêm hezar û 200 carî derbasî nav axa wan bûye û nêzîkî 300 kesan desteser kirine.



