Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ragihand ku îro êvarê li bajarê Hemayê yê Sûriyeyê dengê teqînekê hatiye bihîstin.
Li gorî nûçeya SANAyê, teqîn li taxa Medîneyê çêbûye.
Aliyên pêwendîdar ji bo zelalkirina cure û hûrgiliyên teqînê dest bi lêkolînan kir.
Her wiha ew hewl didin ku çavkanî û sedemên wê teqînê jî diyar bikin.
Heta niha li ser zererên canî û madî yên teqînê ti agahiyên fermî nehatine belavkirin.
Tê payîn ku piştî lêkolînan hûrgiliyên berfirehtir bên eşkerekirin.



