Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got, “Em daxuyaniya YPG/HSDyê ya li ser fesixkirinê û tevlîbûna saziyên dewletê yên Sûriyeyê hêja dibînin û divê ev gav demildest were bicihkirin.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di çarçoveya serdana xwe ya Sûriyeyê de li Şamê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî re civiya.
Piştî hevdîtinan her du wezîran civîneke hevpar a rojnamegeriyê li dar xist û pirsên rojnamegeran bersivandin.
"Sûriyeya nû ji herêmê re aramî û aştî anî"
Hakan Fîdan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser çend xalan û wiha got:
“Têkiliyên Sûriye û Tirkiyeyê di 2 salên dawî de gelekî bi pêş ketin.
Sûriye neçar ma ne tenê bi Tirkiyeyê re, bi cîhanê re jî di têkiliyên xwe de destpêkeke nû bike.
Çûna Sûriyeya kevn û hatina Sûriyeya nû ji herêmê re aramî û aştî anî.
Dewlet û hikûmeta Sûriyeyê ji bo bipêşxistina hevkariya bi welatên herêmê re di her warî de hewleke mezin didin.
Em dibînin ku Sûriye roj bi roj birînên xwe zêdetir derman dike. Hemû şerên li herêma me dê mîna yê Sûriyeyê yeko yeko biqedin."
"Erdogan dê di demeke nêzîk de biçe Sûriyeyê"
Fîdan diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî dê biçe Şamê û pê de çû:
"Tê plankirin ku Serokkomarê me di demeke nêzîk de serdana Sûriyeyê bike. Ji vî aliyî ve serdana me jî giring e."
"Fesixkirina HSDyê gaveke giring e"
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê li ser daxuyaniyên HSDyê jî ev agahî dan:
"Em daxuyaniya YPG/HSDyê ya li ser fesixkirinê û tevlîbûna saziyên dewletê yên Sûriyeyê hêja dibînin.
Ev bersiveke giring e ji bo xebatên avaker ên hikûmeta Sûriyeyê. Divê ev gav demildest li qadê were bicihanîn.
Sûriye di serî de di warê aboriyê de bipêşketinên giring bi dest dixe. Dosyeya nukleerê ya Sûriyeyê jî hatiye girtin."
"Îsraîl dixwaze bi êrişan aramiya Sûriyeyê têk bibe"
Hakan Fîdan rexne li polîtîkayên Îsraîlê girtin û wiha anî zimên:
"Polîtîkayên ku Îsraîl dimeşîne, li pêşiya bipêşketina erênî ya di têkoşîna li dijî terorê de astengiya herî mezin e.
Êrişên Îsraîlê zererê didin têkoşîna hevpar jî. Îsraîl dixwaze bi êrişan aramiya Sûriyeyê têk bibe. Îsraîl piştgiriyê dide rêxistinên terorê yên wekî DAIŞê.
Em dizanin ku di bêaramiya li vir de tiliya Îsraîlê heye, ew bi xwe jî vê yekê înkar nakin.
Em hêvî dikin ku Sûriye bibe welatekî ku serweriya xwe bi temamî pêk aniye û ji bo cîranên xwe aramiyê çêdike."
"Daxwazeke mezin a veberhêneran heye"
Fîdan daxuyand ku daxwazeke zêde ya karsazan heye û got:
"Hevkariya hevpar a karsazên me di rojeva me de gelekî cih digire. Daxwazeke gelekî mezin heye.
Em hewl didin jêrxan û zemînê amade bikin. Eleqeyeke mezin a pîşesazên me heye.
Birayên me yên Sûriyeyî hene ku ji 10 salan zêdetir e li cem me mane.
Tora ku wan xistiye tevgerê heye. Ev ji bo her du welatan jî giring e."
"Îsraîl ji bo berdewamiya bêaramiyê çi ji destê wê tê dike"
Fîdan di dawiya axaftina xwe de dîsa bal kişand ser Îsraîlê û wiha pê de çû:
"Polîtîkayên Îsraîlê ev in: Destûrnedana avakirina dewleta Filistînê, destûrnedana xurtbûn û aramiya welatên misilman ên wekî Urdin û Misirê.
Ji bo ku bêaramiya li herêmê bidome çi ji destê wê tê dike.
Heya ku li herêmê her kes di sînorê xwe de bimîne, ji her kesî re aştî û bextewerî heye.
Me ev yek di komkujiya Xezeyê ya Îsraîlê de jî dît. Hemû herêmek di ser êrişkariyê re tê nirxandin.
Gavên ku dê ji bo têkbirina aramiya Sûriyeyê werin avêtin, dê bandorê li herêmê jî bikin.
Divê civaka navneteweyî Îsraîlê ji vê rêya şaş vegerîne.”


