Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê bi biryareke nû bawername û belgeyên xwendinê yên Rêveberiya Xweser bi fermî qebûl kirin.
Bi vê biryarê re xwendekarên ku li herêmên Rêveberiya Xweser xwendine dikarin li hemû dibistanên Sûriyeyê qeyda xwe çêbikin.
Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Dr. Mihemed Ebdulrehman Tirko biryarnameyek îmze kir.
Li gorî xala yekem a biryarnameyê, ew xwendekarên ku bawernameya xwendina bingehîn (dibistana navendî) ji Rêveberiya Xweser wergirtine, dikarin li seranserî Sûriyeyê li pola yekem a amadehiyê (lîse) qeyda xwe çêbikin.
Ji bo vê yekê şert e ku pileya xwendekar herî kêm ji sedî 55 be.
Wezaretê diyar kir ku ev xwendekar dê wekî xwendekarên din ên xwedî bawernameyên fermî werin dîtin.
Di xala duyem a biryarê de behsa polên din ên xwendinê tê kirin.
Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê destûrê dide ku xwendekarên xwedî belgeyên Rêveberiya Xweser, li dibistanên hikûmetê derbasî polên xwe bibin.
Xwendekar dikarin bi belgeyên xwe yên wekî karne yan jî belgeyên ku xwendina wan îsbat dikin, qeyda xwe li dibistanan çêbikin.
Beriya niha bawernameyên Rêveberiya Xweser ji aliyê Şamê ve nedihatin qebûlkirin û xwendekar ji bo xwendina xwe rastî zehmetiyan dihatin.
Wezaretê destnîşan kir ku armanca vê biryarê ew e ku pêvajoya perwerdeyê berdewam bike û berjewendiya giştî ya xwendekaran were parastin.




