Şam (Rûdaw) - Li taxa Zoravayê ya Şama paytexta Sûriyeyê ku nifûsa wê zêdetirî 50 hezar kesan e û piraniya wan Kurd in, nêzîkî 50 sal in ti navenda tenduristiyê nîne.
Piştî ku nûçegihana Rûdawê ya li Şamê Solîn Mihemed Emîn, êş û zehmetiyên xelkê Zoravayê yên ji ber nebûna navendeke tenduristiyê gihandin Birêvebiriya Tenduristiyê ya Şamê, birêvebiriyê soz da ku çareseriyekê peyda bike.
Birêvebiriyê ragihand ku ew dê li taxê xaleke bijîşkî ya domdar a ku 24 saetan vekirî ye ava bikin.
Dê di vê xalê de kadroyên bijîşkî û ambulans jî tim hebin.
Komeleya çandî bûye xala tenduristiyê
Taxa Zoravayê ya Şamê nêzîkî 50 sal in bê navendeke tenduristiyê ye.
Ji ber vê yekê Komeleya Osman Sebrî ku navendeke çandî ye, hefteyê rojekê wekî xaleke tenduristiyê ya demkî nexweşan pêşwazî dike.
Xelk li benda dora xwe disekine da ku derbasî odeya bijîşk bibe û bi awayekî bêpere pişkinîn ji wan re were kirin û dermanan wergirin.
Letîfa Eliya 72 salî ku ji Efrînê ye û 12 sal in dermanan bi kar tîne, yek ji wan nexweşan e ku li benda dorê ye.
Nexweşa şekir Letîfa Eliyê li ser rewşa xwe ya zehmet got:
"Ez nexweşa şekir, tansiyon û eseban im. Em li dermanxane û dermanan digerin. Em çi bikin, em biçin kû derê?"
Xizmetguzariyên Heyva Sor a Sûriyeyê
Tîma Heyva Sor a Sûriyeyê li vê xala demkî xizmetguzariyên tenduristiyê pêşkêşî xelkê dike û rojane di navbera 80 û 100 kesî de serdana komeleyê dikin.
Karmendê Tîma Heyva Sor a Sûriyeyê Merwan Ebû Ceyeb li ser xizmetên xwe ev agahî dan:
"Em dermanên nexweşiyên kronîk belaş didin û her wiha xizmeta bijîşkî pêşkêş dikin.
Ji bo jinên ducanî û zayînê jî xizmeta bijîşkî bi temamî bêpere ye."
Dê di nav 24 saetan de xaleke lezgîn bê vekirin
Li Şamê 45 navendên tenduristiyê û 8 nexweşxaneyên girêdayî Wezareta Tenduristiyê dixebitin.
Her wiha tîmeke tenduristiyê ya gerok jî hefteyê rojekê ji bo vaksîna zarokan û dayîna dermanan li taxa Zoravayê digere.
Birêvebirê Tenduristiyê yê Şamê Wael Suheyl Dixmeş diyar kir ku ew amade ne li deverên ku pêwîstiya wan heye xizmetguzariyên tenduristiyê pêşkêş bikin.
Wael Suheyl Dixmeş bal kişand ser daxwazên Rûdawê û got:
"Îro malbatên Kampa Yermûkê hatin cem min û me li ser vê yekê li hev kir ku em di nav 24 saetan de, di hundirê taxê de xaleke alîkariya lezgîn û rewşên awarte bi kadroyekî bijîşkî ava bikin.
Her wiha li ser daxwaza we ya ji bo taxa Zoravayê jî, înşallah gava cih amade bibe, em dê di nav 24 saetan de xaleke alîkariya lezgîn li wir jî peyda bikin."
Nûçegihana Rûdawê rewşa xirab a li Zoravayê gihand Birêvebiriya Tenduristiyê, birêvebiriyê soz da ku dê li taxê klînîkeke temam bi otomobîla ambulansê vekin.
Niha ew tenê pêwîstî bi odeyekê dibînin ku kadroyên bijîşkî karibin lê bimînin û ev mijar dê di demeke nêzîk de bi komîteya xizmetguzariyê re were hemahengîkirin.


