Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê biryar da ku lêkolîneke demdirêj a li dijî Sûriyeyê bigire ku di serdema desthilata Beşar Esed de dest pê kiribû.
Ev yek piştî wê hat ku desthilatdarên nû yên Sûriyeyê destûr da pisporên ajansê da ku biçin serdana baregehên sereke yên atomê.
Meha borî pişkinêrên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê li Sûriyeyê çûn serdana du baregehan.
Yek ji wan li Dêrezorê û ya din jî li cihekî neeşkere bû ku ji aliyê desthilatdarên Sûriyeyê ve ji wan re hatibû diyarkirin.
Serokê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê Rafael Grossi roja duşemê ragihand ku reaktoreke atomê ya ku li Dêrezorê di serdema desthilata Beşar Esed de bi dizî hatibû çêkirin û ber bi qedandinê ve diçû, şiyana wê ya hilberîna madeyên pêwîst ên ji bo çêkirina çeka atomê hebû.
Du dîplomatên ajansê ragihand ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê "bi yekdengî" metnek qebûl kiriye.
Di metnê de hatiye diyarkirin ku biryarnameya sala 2011ê ya ku Sûriye wekî binpêkarê pêbendbûnên xwe destnîşan dikir "bi dawî bûye" û her wiha amaje bi hevkariyên hikûmeta niha hatiye kirin.
Ev biryarname ji aliyê Misir, Urdin, Mexrib û Erebistana Siûdî ve hatibû pêşkêşkirin.
Biryarname "Sûriyeyê teşwîq dike ku hevkariyên xwe yên bi ajansê re berdewam bike ku di nav de karên pişkinînê yên li baregeha Dêrezorê jî hene".
Biryarname, ji Serokê Giştî dixwaze ku li gorî pêwîstiyê encumenê ji encamên çalakiyên berdewam ên ajansê yên li Sûriyeyê agahdar bike.
Çalakiyên veşartî
Desthilata Beşar Esed Kanûna Pêşîn a 2024an rûxiya û hikûmeteke din hat ser desthilatê.
Grossi roja duşemê got, "Eşkere ye ku hikûmeta berê mijûlî çend çalakiyên veşartî bûye."
Ji bilî wê reaktora ku li baregeha Dêrezorê dihat çêkirin, Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê kargehek dît ku sotemeniya atomê ji bo reaktorê hildiberand.
Her wiha cihek dît ku sotemeniya atomê û paşmayî û bermahiya uranyumê lê hatibûn komkirin.
Di raporeke nehênî de ku hefteya borî ketibû destê AFPyê hatibû diyarkirin ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê nêzîkî 73 ton hesinê uranyuma xwezayî dîtiye.
Grossi ji bo eşkerekirina wê baregeha neeşkere pesnê "biryara wêrek" a Şamê da.
Neteweyên Yekbûyî sala 2011ê ragihandibû ku li wê deverê "bi îhtimaleke mezin" reaktoreke atomê heye.
Her wiha amaje bi wê yekê kiribû ku li gorî agahiyan ev reaktor bi hevkariya Koreya Bakur hatiye çêkirin.
Grossi meha borî çû serdana baregeha Dêrezorê ya li rojhilatê Sûriyeyê ku 18 sal bûn hatibû girtin.
Îsraîl sala 2018an li xwe mikur hat ku 11 sal berê êrişeke asmanî ya gelekî nehênî biriye ser wê baregehê.
Sala 2008an ango kêmtirî salekê piştî êrişê, berpirsên Amerîkayê Sûriye tawanbar kir ku hewl daye reaktoreke atomê ya nehênî çêbike lê Îsraîlê di wê êrişê de ew reaktor wêran kiriye.



