Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li parêzgeha Îdlibê ya li bakurrojavayê Sûriyeyê ji ber sedemeke ku hîn nayê zanîn teqînek çêbûye.
Ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) da zanîn ku li nêzîkî navçeya Sermedayê ya Îdlibê ji ber sedemeke ku hîn nehatiye destnîşankirin teqîneke mezin çêbûye.
Piştî teqînê gelek ambulans ber bi herêmê ve hatin şandin.
Di nûçeya Îxbariyeya televîzyona dewletê ya Sûriyeyê de jî hat ragihandin ku di teqînê de gelek kes birîndar bûne.



