Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêyeke li gundewarê Şamê, bombeyeke çandî bi otobuseke Hêzên Asayîşa Navxweyî ya Sûriyeyê ve teqiya.
Ji ber vê teqînê çend karmendên ewlehiyê birîndar bûn û heta niha ti aliyî berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye.
Medyaya Sûriyeyê ragihand ku li gundewarê Şamê bombeyek teqiyaye.
Li gorî zanyariyan, bombe li ser rêya Meerûne Telê di dema derbasbûna otobuseke Hêzên Asayîşa Navxweyî de teqiyaye.
Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand ku êriş bûye sedema birîndarbûna "çend karmendan".
Lê belê çavkaniyê derbarê asta birînên wan û rewşa tenduristiya wan de hûrgiliyên zêdetir eşkere nekirin.
Heman çavkaniya ewlehiyê her wiha destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kiriye.
Armanc ew e ku ew kesên bombe çandine werin dîtin.
Dem bi dem li herêmên derdora Şama paytextê bûyer û êrişên bi vî rengî rû didin.
Lê belê heta niha ne zelal e ka kîjan kom li pişt êrişa îro ye.



