Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar û şandeya pê re qebûl kirin.
Li gorî daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî yê Serokkomariya Sûriyeyê hatiye belavkirin, hevdîtin li Qesra Gel a li Şamê pêk hat.
Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê Mihemed Beşîr jî beşdarî vê hevdîtinê bû.
Hevkariya di sektora enerjiyê de
Di hevdîtinê de rêyên xurtkirina hevkarî û şirîkatiya di navbera her du welatan a di sektora enerjiyê de hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan nêrînên xwe yên li ser avêtina wan gavan bi hev re parve kirin ku dê tevkariyê li bipêşketina sektora enerjiyê bikin.
Her wiha di civînê de hat destnîşankirin ku divê ew piştgiriyê bidin aramiya vê sektorê.
Peymana nû hat îmzekirin
Her wiha îro di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ji bo xurtkirina aboriyê gavên nû hatin avêtin.
Ji bo pêşxistina şirîkatiya stratejîk a di qada madenê de "Peymana Lêtêgihîştinê ya Qada Fosfatê" hat îmzekirin.



