Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistineke paqijkirina mayînan ragihand ku ji dema rûxîna desthilata Beasê heta Tebaxa 2026an, li Sûriyeyê 2 hezar û 442 kes ji ber mayîn, teqemeniyên neteqiyayî û paşmayên din ên şer mirine an birîndar bûne.
Rêxistinê hişyarî da ku xelk vedigere malên xwe, lewma sivîl hîn jî di bin metirsiyeke mezin de ne.
Paşmayên şer can distînin
Rêxistina paqijkirina mayînan a bi navê Halo Trust diyar kir ku ji rûxîna desthilata Esed a 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an heta Tebaxa 2026an, li Sûriyeyê 2 hezar û 442 kes ji ber teqemenî û paşmayên şer mirine an jî birîndar bûne.
Li gorî rêxistinê, li gund, bajarok û zeviyên çandiniyê hîn jî teqemeniyên metirsîdar hene.
Ev yek vegera xelkê û xebatên jinûveavakirinê asteng dike.
Ev rewş bi taybetî metirsîdar e, ji ber ku hejmareke mezin a welatiyên Sûriyeyê piştî nemana desthilata Esed vedigerin malên xwe.
Halo Trust xebatên xwe didomîne
Rêxistina Halo Trustê da zanîn ku tîmên wan li Sûriyeyê ji bo rakirina van paşmayiyan dixebitin.
Di heman demê de, tîmên navneteweyî yên pispor dest bi perwerdekirina karmendên Sûriyeyî û piştgiriya operasyonên rakirina mayînan kir.
Metirsiya mayînan bi dehsalan didome
Rêxistinê hişyarî da ku xetera paşmayên şer bi rawestandina şer bi dawî nabe.
Mayîn û teqemeniyên neteqiyayî dikarin bi dehsalan bimînin û ji bo sivîlan, zarokan, cotkaran û kesên ku vedigerin malên xwe dibin metirsiyeke mezin.



