Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê Rafael Grossi got, “Me li Sûriyeyê bi tonan madeyên atomê dîtin.”
Hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku tîmeke Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê çûye cihekî Sûriyeyê ku madeyên atomê lê hebûn û mînakên pêwîst jê wergirtine.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî û Serokê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê Rafael Grossi li Şamê di konferanseke rojnamegeriyê de axivîn.
Şeybanî got ku hikûmeta wan 17ê Tîrmehê nameyek ji Ajansa Atomê re şandiye û ew li ser hebûna madeyên atomê yên li cihekî “neeşkerekirî” agahdar kiriye.
Şeybanî da zanîn ku tîma ajansê sêşemê çûye wî cihî û mînakên pêwîst wergirtine.
Madeyên atomê yên serdema Esed
Serokê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomê Rafael Grossi ragihand ku ajansê li wî cihî “bi tonan madeyên atomê dîtine” ku berê nehatibû ragihandin û dîroka wan vedigere serdema desthilata Esed.
Grossi biryara hikûmeta Sûriyeyê ya agahdarkirina ajansê bi rengê biryareke “wêrekane” pênase kir û got:
“Em behsa bi tonan madeyên atomê dikin ku dikarîbûn ji bo mebestên xerab werin bikaranîn.”
Reaktora li Dêrezorê
Sûriye di serdema desthilata Esed de bi wê yekê dihat tawanbarkirin ku li ser bernameya çekên qedexekirî kar dike.
Sala 2007an balafirên şer ên Îsraîlê li Dêrezorê herêmek bombebaran kiribû.
Guman dihat kirin ku ew der reaktoreke atomê be ku bi alîkariya Koreya Bakur hatibû avakirin.


