Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeheke Şamê biryara darvekirinê ji bo Wesîm Esedê pismamê serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed da.
Wesîm Esed di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de bi tohmeta "şkencekirin, kuştina bi zanebûn û encamdana gelek tawanên din" hat tawanbarkirin.
Ev tawan ji sala 2011an heta rûxandina desthilata Esed a di dawiya sala 2024an de hatine kirin.
Dadgehê tawanên Wesîm Esed wekî "tawanên li dijî mirovahiyê û tawanên şer" pênase kirin.
Ji bo Beşar û Mahir Esed jî heman biryar hatibû dayîn
Ev biryar hefteyekê piştî wê yekê hat dayîn ku dadgehê bi awayekî xiyabî (bêyî amadebûna wan a li dadgehê) biryara darvekirinê ji bo Beşar Esed, birayê wî yê piçûk Mahir Esed û kurxalê wî Atif Necîb jî da.
Atif Necîb bi birêvebirina operasyonên çewisandinê yên li parêzgeha Deraayê ya li başûrê Sûriyeyê hatibû tohmetbarkirin.
Bûyerên Deraayê wekî çirûska destpêkirina şoreşa Sûriyeyê tên naskirin.
Sûriyeyî kêfxweş in lê rêxistinên mafên mirovan dilgiran in
Her çend Beşar Esed li Rûsyayê mafê penaberiyê wergirtibe û îhtimala darizandina wî kêm be jî ev biryar ji aliyê gelek Sûriyeyiyan ve bi dilxweşî hat pêşwazîkirin.
Bi taybetî ew kesên ku ji ber xemsarî yan jî derengketina hikûmeta nû ya Sûriyeyê ya di darizandina berpirsên serdema Esed de gazinên xwe dianîn zimên, ji vê biryarê razî bûn.
Li gel vê yekê, hinek rêxistinên mafên mirovan li ser lezbûna pêvajoya van darizandinên dawî dilgiraniya xwe anî zimên.
Ew balê dikişînin ser wê yekê ku dibe ku ev darizandin ne dadmendane bin û ev yek jî kêmasiyên pergala dadweriyê ya nû ya li Sûriyeyê nîşan dide



