Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer, li ser hevdîtina xwe ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bi zimanê Kurdî daxuyaniyek belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî çûbû Şama paytexta Sûriyeyê û bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiyabû.
Ehmed Şer li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê, ev hevdîtin bi zimanê Kurdî nirxand.
"Birayê min ê hêja"
Serokkomarê Sûriyeyê di peyama xwe de ji bo Nêçîrvan Barzanî gotina "birayê min ê hêja" bi kar anî û got:
"Îro, min li Şamê pêşwazî li birayê xwe yê hêja, Serokê Herêma Kurdistana Îraqê birêz Nêçîrvan Barzanî kir."
"Me qala xurtkirina hevkariyê kir"
Ehmed Şer diyar kir ku di civînê de wan qala xurtkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Şamê kiriye û anî zimên:
"Di hevdîtinê de me qala pêwendiyên dualî û rêyên xurtkirina hevkariyê kir, bi awayekî ku xizmeta aramiyê û berjewendiyên her du gelên me bike."
Spasiya Herêma Kurdistanê kir
Di demên şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, bi sed hezaran welatiyên Sûriyeyê koçberî Herêma Kurdistanê bûbûn û Herêma Kurdistanê mazûvaniya wan kiribû.
Ehmed Şer ji bo alîkarî û mazûvaniya wê serdemê spasiya Herêma Kurdistanê kir û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:
"Em wan xwedîlêderketin û mêvandariya ku Herêma Kurdistanê di salên borî de ji bo gelê me pêşkêş kiriye, bilind dinirxînin.
Em li hêviya berdewamiya xebata hevbeş in, bi giyanekî hevkarî û biratiyê ku cîrantiya baş xurt bike."


