Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Şamê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya.
Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.
“Derfeteke dîrokî ye”
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew bi vexwendina Ehmed Şer çûye Şamê û ji vê serdanê kêfxweş e.
Nêçîrvan Barzanî anî zimên ku piştî gelek salên dijwar, niha ji bo başbûn, avakirin û geşbûna Sûriyeyê derfeteke dîrokî heye û got:
"Min baweriya xwe ya bi vîzyona Serok Şer anî zimên. Ez bawer dikim ku bi serokatiya wî, Sûriye dikare ji bo hemû gelê xwe ber bi aramî, pêşveçûn û paşerojeke geştir ve here."
Mafên pêkhateyan
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew piştgiriyê didin Sûriyeyeke yekgirtî û aram.
Wî xwest ku mafên hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên li wî welatî werin parastin.
Her wiha da zanîn ku wan li ser girîngiya rola Sûriyeyê ya ji bo aştî û ewlehiya herêmê gotûbêj kiriye.
Hevkariya aborî
Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de bal kişand ser pêwendiyan û wiha axivî:
"Wekî cîran, gelek berjewendiyên hevbeş ên Sûriye, Îraq û Herêma Kurdistanê hene.
Ji bo berjewendiya hemû gelên me, ji bo berfirehkirina hevkariya aborî potansiyeleke mezin heye."


