Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Şama paytexta Sûriyeyê.
Nêçîrvan Barzanî li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê bi protokoleke fermî ya di asteke bilind de hat pêşwazîkirin.
Pişt re li Koşka Gel a Sûriyeyê merasîmeke fermî hat lidarxistin û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer, Nêçîrvan Barzanî pêşwazî kir.
Di merasîmê de alayên mezin ên Sûriye û Kurdistanê bal kişand.
Vexwendina fermî
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê bi vexwendina fermî ya Serokkomarê Sûriyeyê diçe Şamê.
Li gorî daxuyaniya Serokatiyê, Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer dê pêwendiyên Sûriyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, asoyên hevkariya hevbeş û pêşhatên dawî yên herêmê gotûbêj bikin.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab jî ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê dilxweşiya xwe ya ji bo guherînên li Sûriyeyê aniye zimên û ew û Ehmed Şer Peymana HSD û Şamê jî dinirxînin.


