Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê bi vexwendina fermî ya Serokkomarê Sûriyeyê îro diçe Şamê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke xwe de belav kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi vexwendina fermî ya Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer diçe Şamê.
Mijarên hevdîtinê
Wekî ku di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, Serokê Herêma Kurdistanê dê di serdana xwe de bi Serokkomarê Sûriyeyê re bicive.
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer dê pêwendiyên Sûriyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, asoyên hevkariya hevbeş û pêşhatên dawî yên herêmê gotûbêj bikin.
Daxuyaniya SANAyê
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê (SANA), li ser serdana Nêçîrvan Barzanî ya Şamê, êvara yekşemê daxuyaniyek belav kir.
SANAyê eşkere kir ku ev serdana Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya pêwendiyên berdewam ên her du aliyan de ye.
Her wiha armanc ew e ku pêwendî bi pêş bikevin û rêyên nû yên karkirinê yên ku xizmeta berjewendiyên hevbeş dikin werin peydakirin.
Yekem serdana piştî Esed
Piştî rûxîna desthilata Beşar Esed, ev serdana pêşî ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Sûriyeyê ye.
Ev serdana Nêçîrvan Barzanî piştî hewlên wî yên navbeynkariyê û destpêşxeriyên ji bo bidawîkirina şer û pevçûnan û êrişên hêzên Sûriyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê tê.
Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinên xwe de her tim bal kişandiye ser girîngiya beşdarbûna Kurdan a nav hemû saziyên siyasî, yasadanîn û birêvebiriyê yên Sûriyeya nû.
Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya van hewlan de, çend caran mazûvaniya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û şandeyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Nêçîrvan Barzanî cara pêşî 11ê Nîsana 2025an di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Ehmed Şer re civiyabû.
Civîna duyem a her du serokan jî 17ê Nîsana 2026an dîsa li Antalyayê bû.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî di wê civînê de “bipêşxistina pêwendiyên aborî û peymana HSD û hikûmeta Sûriyeyê” nirxandibûn.



