Şam (Rûdaw) - Salek di ser bûyerên parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyeyê re derbas bû.
Di wan bûyeran de eşîrên Bedewî û çend komên çekdar ên din bi hev ketin.
Ev pevçûn bûn sedema komkujî, binpêkirina mafên mirovan û koça bi darê zorê.
Her wiha gelek mal û milk hatin şewitandin.
Li Şamê civîneke awarte
Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û avakirina baweriyê, li Şama paytext civîneke awarte hat lidarxistin.
Nûnerên civaka Durziyan, eşîrên Bedewî û kesayetiyên ji hikûmeta Sûriyeyê beşdarî civînê bûn.
Armanca civînê ew e ku ji bo çareserkirina nakokiyan nexşerêyeke hevbeş were diyarkirin.
"7 kes ji malbata min hatine revandin"
Cemîl Hemdan Şêxê Eşîra Umeyratan e ku li Siwêdayê dijîn.
Cemîl Hemdan da zanîn ku 7 kes ji malbata wî ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin û bi dehan gundên wan hatine valakirin.
Cemîl Hemdan êdî daxwaza aştî û lihevhatinê dike û qala mafên xwe dike.
Şêxê Eşîra Umeyratan Cemîl Hemdan wiha axivî:
“Bê guman mafê her kesî heye ku rûmet, ax û milkê xwe biparêze. Dixwaze vegere mala xwe. Kes nikare min ji axa min dûr bixe.
Ez li vî welatî ji dayîk bûme û min mala xwe bi keda xwe ava kiriye. Niha ez ji nişka ve xwe li derveyî welatê xwe dibînim. Çima wisa ye? Ev xal bingeha çareseriyê ye.
Kesên me yên revandî hene. Jin û zarok in. Divê çarenivîsa wan eşkere bibe da ku bikaribin vegerin nav malbatên xwe.”
Banga çareseriya siyasî
Mîrê Çiyayê Ereban ê li Siwêdayê Hesen Etraş jî gelek zerer dîtine.
Hesen Etraş anî zimên ku wî milk û malên xwe winda kirine û gelek caran rastî hewldanên kuştinê hatiye.
Tevî van hemû bûyeran jî Etraş bangî aliyan kir ku pirsgirêkê dûrî leşkeriyê û bi rêyên siyasî çareser bikin.
Hesen Etraş jî wiha got, “Em îro bangî çareseriyeke aştiyane dikin ku mafên mirovan biparêze û vegera niştecihan a li gundên valakirî misoger bike. Li bakur û rojavayê Siwêdayê 35 gund hene ku ji niştecihên xwe hatine valakirin.”
Li Siwêdayê hilbijartin nehatin kirin
Parêzgeha Siwêdayê heta niha li derveyî kontrola hikûmeta Sûriyeyê ye û ji aliyê birêvebiriyeke herêmî ve tê îdarekirin.
Ji ber vê rewşa aloz, pergala perwerdeyê rawestiyaye.
Her wiha, rêyên çûn û hatinê yên bi parêzgehên din re hatine qutkirin.
Siwêda tekane parêzgeha Sûriyeyê ye ku hilbijartinên parlamentoyê tê de nehatin kirin.



