Hewlêr (Rûdaw) - Umran Mensûr li ser serdana Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a Şamê û rola Parîsê ya li Sûriyeyê daxuyaniyên giring dan.
Siyasetmedar û parêzerê Kurd Umran Mensûr destnîşan kir ku Fransa naxwaze Sûriye dîsa vegere ser pergaleke navendî ya mîna serdemên borî.
Umran Mensûr bû mêvanê Rûdawê û pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
Umran Mensûr eşkere kir ku Fransa ji bo aramî û diyalogê li Sûriyeyê xebateke berfireh dimeşîne.
Mensûr diyar kir ku Emmanuel Macron giringiyeke taybet dide rewşa Sûriyeyê û heta niha gelek caran ji bo vê dozê hewl daye û anî ziman:
"Fransa wekî birayê çekan li Kurdan dinêre.
Ew piştgiriya ku Kurdan di şerê li dijî terorê de daye, ji bo Parîsê gelekî giring e."
Mensûr her wiha da zanîn ku Fransa hewl dide di navbera Kurdan û desthilatdariya li Şamê de bibe pirek.
Armanca vê yekê jî ew e ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê di nava pergaleke nû û demokratîk de cih bigirin.
Pêdiviya Kurdan bi merciyeke yekgirtî heye
Umran Mensûr bal kişand ser nakokiyên navxwe yên Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku Fransa dixwaze Kurd bibin xwedî yek deng û yek helwest.
Mensûr da zanîn, heta ku Kurd nebin xwedî merciyeke siyasî ya yekgirtî, di dan û standinên li Şamê de karê wan û karê Fransayê jî zehmet dibe.
Wî diyar kir ku parçebûna aliyên Kurdan rê li ber lawazbûna pêgeha wan vedike.
Ji ber vê yekê, yekîtiya navxwe wekî mercê sereke yê serkeftinê ya di qonaxa veguhestinê de hat nîşandan.
Mensûr li ser pergala nû ya Sûriyeyê diyar kir ku Sûriye êdî nabe wekî berê bi pergaleke navendî bi rê ve biçe.
Ew bawer dike ku pergaleke federal an jî nenavendî ji bo hemû pêkhateyan baştir e û anî ziman:
"Fransa naxwaze pergaleke yekreng li Sûriyeyê hebe.
Ew piştgiriya Sûriyeyeke pirreng û nenavendî dike ku tê de mafên hemûyan parastî bin."
Mensûr her wiha bal kişand ser çavdêriya navneteweyî û eşkere kir ku her 6 mehan carekê rapor li ser rewşa Sûriyeyê tên amadekirin.
Ev rapor bandoreke mezin li ser biryarên Amerîka û Ewropayê dikin.
Di vê qonaxê de, Fransa hewl dide ku giringiya binesazî û bipêşketina aborî bixe rojevê ku Sûriye ji krîzê derkeve.
Mensûr destnîşan kir ku li Fransayê lobiya Kurdan û piştgiriya ji bo doza Kurdan di asteke bilind de ye ku ne tenê di nava hikûmetê de, di nava parlamentoyê û senatoya Fransayê de jî dostên Kurdan hene ku ji bo parastina mafên wan dixebitin.
Ev piştgirî di qada navneteweyî de ji bo Rojavayê Kurdistanê derfeteke mezin a dîplomatîk ava dike.


