Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Amedsporê ji bo maça ku dê di hefteya 7emîn a Lîga Super a Tirkiyeyê de bi Gençlerbirliyê re li Enqereyê bilîze, dest bi amadehiyê kir.
Tîma Amedsporê piştî bêhnvedaneke kurt, ji bo sê puanan bi hemû hêza xwe vegeriya qadê.
Tîma kesk û sor, di bin çavdêriya rahênerê xwe Besnik Hasi de li Tesîsên Şehmus Ozer kom bû.
Rahênana yekem a vê hefteyê bi moralekî bilind dest pê kir û lîstikvanan ji bo maça li Enqereyê armanca xwe ya serkeftinê nîşan da.
Xebatên tîmê pêşî li salonê bi rahênana germbûnê û parastina fîzîkî dest pê kir.
Lîstikvanan piştî salonê, li ser çîmenan bi bazdana atletîk û xebatên taktîkî berdewam kir. Rahênan bi maçeke navxwe (bi du kelehî) bi dawî bû ku rahêner Hasi taktîkên xwe ceribandin.
Tê payîn ku Besnik Hasi di rojên pêş de giraniyê bide ser encamdana êrişan û xeta parastinê da ku tîm ji Enqereyê bi awayekî serkeftî vegere.
Maça Gençlerbîrlîgî û Amedsporê dê 10ê Çiriya Pêşîn (Şemî), demjimêr 13:30î li Stadyuma Eryamanê ya Enqereyê bê lîstin.
Alîgirên Amedsporê yên li Enqereyê ji niha ve dest bi amadehiyê kiriye da ku li stadyumê piştgiriya tîma xwe bikin.



