Hewlêr (Rûdaw) - Maça gera yekem a Kupaya Tirkiyeyê ya
di navbera Cizre Belediyespor û Hakkari Zapsporê de ji ber ku lîsteya
lîstikvanan di dema xwe de nehat radestkirin nehat lîstin.
Divabû vê maçê doh demjimêr 14:00an li navçeya Silopiyayê ya
Şirnexa Bakurê Kurdistanê, li Stadyuma Bajêr a Silopiyayê dest pê bikira.
Şandeya teknîk a Cizre Belediyesporê ji ber ku lîsteya
lîstikvanên xwedî lîsans amade nekiribû, ji hakemê maçê Abdulkadir Aslan dema
zêde xwest.
Lê piştî ku di dema diyarkirî de jî lîsteya lîstikvanan
nehat dayîn, hakem Aslan biryar da ku maç were betalkirin.
Federasyon dê biryarê bide
Tê payîn ku Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) di rojên
pêşiya me de li ser vê maçê biryara xwe ya fermî bide.



