Hewlêr (Rûdaw) - Batman Petrolsporê li mala xwe Sivasspor 2-1 têk bir û derket rêza 1ê.
Di maça hefteya 4an a Lîga Yekemîn a TFFyê de, tîmên Bakurê Kurdistanê Batman Petrolspor û Sivasspor li Stadyuma Êlihê hatin hemberî hev.
Di nîvê yekem ê maçê de têkoşîneke dijwar hebû.
Sivassporê xuleka 33yan bi gola Rey Manaj nîvê yekem 1-0 li pêş qedand.
Batman Petrolsporê lîdertî stand
Di nîvê duyem a maçê de, Batman Petrolsporê êrişên xwe zêde kirin.
Tîma Êlihê li hemberî hevrikê xwe, bi golên Gokhan Karadeniz (xuleka 90+2yan) û Benny (xuleka 90+5an) skor kir 2-1 û maç bi encamê bi dawî bû.
Batman Petrolsporê bi vê serkeftinê puanên xwe derxistin 10an û di lîgê de bû lîder.




