Hewlêr (Rûdaw) - Di derbiya Bakurê Kurdistanê ya Lîga 1em de Mardinspor û Vanspor 1-1 man.
Di çarçoveya hefteya 4an a Lîga 1emîn a TFFyê de timên Bakurê Kurdistanê Mardin 1969 Spor û Vanspor îşev li Stadyuma Mêrdînê hatin pêşberî hev.
Di nîvê yekem ê maçê de her du tîman jî nekarî gol bavêjin û nîvê yekem 0-0 qediya.
Vansporê di 90+3yan de bersiva da Mardinsporê da
Mardinsporê di nîvê duyem de zexta xwe zêde kir û xuleka 60î bi gola Kayode 1-0 ket pêş.
Vansporê piştî vê golê hewl da ku şoka golê ji ser xwe biavêje.
Tîma Vansporê di xulekên dawî yên maçê de ji bo gola wekheviyê êrişên xwe zêde kirin.
Lîstikvanê Mardinsporê Mustafa Şengul xuleka 90+2yan ji ber karta zer a duyemîn ji lîstikê hat derxistin û Vansporê lêdaneke serbest bi dest xist.
Lîstikvanê Vansporê Mehmet Maniş ev lêdana serbest veguherand golê û skor bû 1-1.
Mardinspor ji lîdertiyê bû
Di xulekên mayî de ti golên din nehatin tomarkirin û maç 1-1 qediya.
Mêrdînspora ku serkeftin ji dest da, derfeta lîdertiyê jî winda kir.
Mardinspor di dawiya hefteya 4an de bi 8 puanan di rêza 3yemîn de cih girt.
Li aliyê din, Vanspor jî bi vê gola xulekên dawî, derket rêza 12an.




