Hewlêr (Rûdaw) - Bilêtên maça Amedspor û Trabzonsporê ya di çarçoveya hefteya 3yan a Lîga Super de îro demjimêr 12:00an dest bi firotinê hatin kirin.
Amedsporê ragihand ku bilêtên maça Trabzonsporê ya ku dê li Amedê were lîstin ji demjimêr 12:00an ve tên firotin.
Maça di navbera Amedspor û Trabzonsporê de dê 31ê Tebaxê li Stadyuma Amedê were lîstin.
Amedsporê di daxuyaniya xwe de got:
"Hemû bilêtên maçê ku em di hefteya 3yan a Lîga Super a Trendyolê de li mala xwe li hemberî Trabzonsporê dilîzin, ji roja 28ê Tebaxê demjimêr 12:00an ve tên firotin."
Rewşa Amedsporê ya di lîgê de
Amedsporê di hefteya yekem a lîgê de Erzurumspor bi 3-0 têk bir.
Tîma kesk û sor di hefteya duyem de jî li deplasmanê bi 2-0 li hemberî Kocaelisporê têk çû.
Tîma Amedê dê di maça Trabzonsporê de li ber çavên alîgirên xwe dîsa li pey serkeftinê be.




