Hewlêr (Rûdaw) – Tîma futbolê ya Vansporê ya ku di Lîga Yekemîn a TFFyê de dilîze, bi lîstikvan Celal Hanalp re peymaneke salekê îmze kir.
Celal Hanalp par di tîma Amedsporê de dilîst.
Tîma sor û reş a ku xebatên xwe yên transferê didomîne, bi rêya hesabê xwe yê tora civakî ya Xê transfera xwe ya nû ragihand.
Di daxuyaniya tîmê de hat gotin, "Tîma me bi Celal Hanalp re ku par di tîma Amedsporê de dilîst ji bo salekê li hev kiriye."
Birêvebiriya Vansporê diyar kir ku ew bawer dikin Celal Hanalp dê bi tecrube û hêza xwe ya têkoşînê alîkariyeke mezin bide tîmê.
Vansporê ji bo lîstikvanê xwe yê nû wiha got:
"Em di bin forma xwe ya sor û reş de serkeftinê ji bo wî dixwazin.
Em hêvî dikin ev peyman ji bo tîma me û lîstikvanê me bibe xêr. Tu bi xêr hatî Celal Hanalp!"
Celal Hanalp par di rêya şampiyoniyê ya Amedsporê de roleke girîng lîstibû.
Lîstikvanê bi tecrube dê di sezona nû de ji bo serkeftina Vansporê bixebite.



_(1).webp&w=3840&q=75)
