Hewlêr (Rûdaw) - Denîz Undav eşkere kir ku ew ji ber alerjiyeke giran a xwarinên deryayê 2 caran ji mirinê filitiye.
Lîstikvanê Kurd ê Tîma Neteweyî ya Almanyayê û Stuttgartê Denîz Undav her wiha da zanîn ku li Tirkiyeyê tîma wî ya favorî Galatasaray e.
Lîstikvanê ji Rihayê Denîz Undavê ku di tîma Stuttgartê ya Bundesligaya Almanyayê de dilîze, di bernameya "Histry Stories" a li ser YouTubeyê de behsa hûrgiliyên jiyana xwe kir.
Undav di vê hevpeyvîna jidil de bi taybetî li ser rewşa xwe ya tenduristiyê û adetên xwe yên xwarinê îtirafên balkêş kirin.
Undav bersiva pirsa "Divê di sêniyeke baş a suşiyê de çi hebe?" da û cara ewil behsa alerjiya xwe ya xeter a li hemberî karîdesê kir:
“Di suşiyê de tercîha min her tim somon e. Xwarina karîdesê ji bo min bi temamî qedexe ye.
Heta niha du-sê caran reaksiyonên giran ên alerjiyê bi min re çêbûn û di duyan de ez hema bêje ji mirinê filitîm.
Dema ez karîdesê dixwim her derê laşê min diwerime û ez nikarim nefesê bistînim.
Ji ber vê yekê ez ji xwarinên deryayê bi temamî dûr dikevim.”
Lîstikvanê navdar diyar kir ku ew ji xwarinên deryayê direve lê xwarinên wî yên favorî kebab û xwarinên tûj in.
Li ser pirsa "Galatasaray an Fenerbahçe?" Undav bersiveke ku dê bala alîgirên futbolê yên li Tirkiyeyê bikişîne da.
Undavê ku berê di vê mijarê de helwesteke wî ya zelal tune bû got:
"Bi rastî berê ne di xema min de bû lê piştî rûdanên dawiyê Galatasaray. Ji bo min li Tirkiyeyê hejmara yekê Galatasaray e."
Armanc: Cihgirtina di kadroya Klopp de
Denîz Undav di Kupaya Cîhanê ya 2026an de bi forma Almanyayê 3 gol kiribûn û bûbû yek ji lîstikvanên herî serkeftî yên tîmê.
Undav niha dixwaze xwe di çavê rahênerê navdar Jurgen Klopp de şirîn bike ku bûye rahênerê Tîma Neteweyî ya Almanyayê.
Her çi qasî Klopp di dema Kupaya Cîhanê de hinek tevgerên Undav ên li qadê rexne kiribin jî, êrişbirê Kurd dixwaze ji bo maça Lîga Neteweyan a UEFAyê ya li hemberî Holendayê ku dê 24ê Îlonê were lîstin di kadroyê de cih bigire.
Undav di kariyera xwe ya klubê de jî di nav demeke qerebalix de ye.
Tîma wî Stuttgart dê 28ê Tebaxê di maça vekirina sezona nû ya Bundesligayê de li deplasmanê li hemberî şampiyonê dawiyê Bayern Munichê bilîze.

_(1).webp&w=3840&q=75)

