Hewlêr (Rûdaw) – Rahênerê Amedsporê Besnik Hasi got, “Divê Amedspor nasnameya xwe ava bike.”
Berpirsê Şaxa Futbolê yê Amedsporê Nedîm Şimşek û Rahênerê Amedsporê Besnik Hasi, li Amedê li ser amadehiyên demsala nû civîneke rojnamegeriyê li dar xist.
Di civînê de li ser pêvajoya kirîna lîstikvanên nû, kamp, rewşa tîmê û amadehîyên ji bo maça Kocaelisporê agahî hatin dayîn.
"Divê Amedspor nasnameya xwe ava bike"
Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk derbarê “lêgerîna li nasnameyê ya Amedsporê, bendewariyên alîgiran û paşeroja tîmê” ji rahêner Besnik Hasi pirsî:
“Hûn li herêmekê ne ku ji aliyê dîrokî û civakî ve Kosovaya ku hûn lê mezin bûne bi bîra mirov dixe. Hûn li cihekî ne ku lêgerîna nasnameyê lê zêde ye. Amedspora ku hûn rahêneriya wê dikin, bûye sembola nasnameyê. Çavdêrên futbolê dipirsin 'Gelo çîrokeke nû ya Barcelonayê dest pê dike?' Bendewariya alîgiran jî ev e. Belkî hûn di serê tîmekê de ne ku dê bibe xwediyê herî zêde alîgiran li cîhanê. Ev lêgerîna nasnameyê û aîdbûna civakî bandoreke çawa li ser karê we û tîmê dike?”
Besnik Hasi diyar kir ku avakirina nasnameyê ji bo Amedsporê gelekî girîng e û anî zimên ku birêvebiriya tîmê ji bo avakirina tîmê û hawîrdoreke profesyonel a kar xebatên girîng dimeşîne û biland:
“Li ser mijara nasnameyê, belê, bi teqezî divê Amedspor nasnameya xwe ava bike. Birêvebirî ji du aliyan ve karên girîng dike: Hem tîmê ava dike hem jî hawîrdoreke wisa ava dike ku tîm karibe di mercên baş û profesyonel de bixebite. Ji bo bipêşketina min a profesyonel jî gelekî alîkar in.”
“Em bi biryar in”
Besnik Hasi bal kişand ser girîngiya îstiqrarê û diyar kir ku ji bo Amedspor karibe di asteke bilind de futbolê bilîze îstiqrar pêwîst e û anî zimên:
“Divê em di tîmê de aramî û îstiqrarê ava bikin. Ji bo tîmeke ku dixwaze di asteke bilind de bi futbolê bileyîze ev tiştekî gelekî girîng e. Xebat berdewam dikin.
Em dizanin hîn karên gelekî zehmet li pêşiya me ne lê em ji bo pêkanîna vê yekê bi biryar in.
Di birêvebiriyê de mirovên ciwan, dînamîk û dildar dibînim. Lê divê her tişt bi tempoya xwe bi pêş bikeve.”
“Pêdiviya min bi lîstikvanên şervan heye”
Besnik Hasi ragihand ku armanca wan a sereke ya vê sezonê parastina îstiqrarê ye û li ser polîtîkaya (transferan jî nirxandin kirin.
Wî diyar kir ku ew dixwaze di tîmê de lîstikvanên têkoşer û dildar bibîne û wiha peyivî:
“Beriya her tiştî divê em îsal di vê lîgê de aramiyê peyda bikin. Ji ber vê yekê di hilbijartina lîstikvanan de tiştekî ji bo min pir girîng heye: Ez lîstikvanên şervan dixwazim, pêdiviya min bi stêrkan nîne.
Pêdiviya me bi lîstikvanên wisa heye ku ji bo lîstinê tî (têhn) bin û bi rastî ji bo Amedsporê têbikoşin. Ne lîstikvanên ku tenê ji bo pereyan an jî tenê ji bo li vir bin tên.”
"Em dê nasnameyeke lîstinê ava bikin"
Besnik Hasi diyar kir ku ew dixwaze li qadê têkoşîn û xebatê bibîne û got:
“Ez ne gotinan, li qadê xebatê dixwazim. Mirovên li derdora me jî ji bo ku em karibin serkeftinê bi dest bixin gelekî dixebitin. Wekî ku min got, sezoneke wiha gelekî zehmet e.
Di heman demê de em dê nasnameyeke lîstinê ya li gorî çanda alîgirên Amedsporê ava bikin. Ez hêvî dikim ku di vê pêvajoyê de alîkariya Amedsporê bikim.”
“Tîma me hîn temam nebûye”
Rahênerê Amedsporê diyar kir ku hîn zû ye mirov li ser aliyên lîgê yên erênî yan neyînî biaxive.
Besnik Hasi destnîşan kir ku kadroya Amedsporê hîn temam nebûye û li pey çû:
“Ji bo lîgê hîn gelekî zû ye lê wekî ku me di destpêkê de jî got, tîma me hîn temam nebûye.
Ji bo ku em di lîgê de rikaberiya futbolê bikin û bi hemû tîman re têbikoşin, pêdiviya me bi hinek lîstikvanên nû heye.”

_(1).webp&w=3840&q=75)


.webp&w=3840&q=75)